Dêrsim (Rûdaw) - Li navçeya Mêzgirê ye parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê tenê dibistaneke lîseyê heye lê ji ber nebûna xwendekaran tê girtin.
Girtina şevîmana dibistanê pirsgirêka niştecihbûnê ji xwendekaran re çêkiriye, lewra îsal tenê 16 xwendekarên wê hebûn û ji ber wê biryara girtina wê hat dayîn.
"Xwendekarên me ji gund û bajarokan dihatin vê derê"
Serokê Şaredariya Mêzgirê Umut Tayhava sedema girtina dibistanê wiha anî zimên:
“Me şevîman hebû, 40-50 xwendekarên me hebûn. Xwendekarên me ji gund û bajarokan dihatin vê derê.
Dema ev şevîman hat girtin, ew xwendekar neçar man biçin bajarok û parêzgehên din, neçar man dibistanên din hilbijêrin.
Pirsgirêka me ji vê derê dest pê kir. Bê guman ev bû sedema kêmbûna hejmara xwendekaran.”
Girtina dibistanê bêyî şêwra ligel mamosta, dê û bav û xwendekaran, sendîkaya perwerdeyê nîgeren kiriye.
"Ji bo perwerdekar û xwendekaran pirsgirêkeke cidî ye"
Berpirsê Şaxa Dêrsimê yê Sendîkaya Perwerdeyê Muhammed Aşkin wiha behsa pirsgirêka perwerdekar û xwendekaran kir:
“Ji bo perwerdekaran pirsgirêkeke cidî ye. Wan dişînin cihên cuda. Ji bo xwendekaran û dê û bavan jî pirsgirêkeke cidî ye.
Ji ber ku xwendekar ji navçeya Mêzgirê veguhêzin najarokê Pêriyê. Ev jî dê bandoreke nerênî li ser xwendina wan bike.”
Vê rewşê ji aliyekî ve barê ser milê malbatan giran kiriye, ji aliyê din ve jî dibe sedema kêmbûna hejmara niştecihiyên navçeyê.
Welatî Ercan Arslan wiha axivî, “Berê tenê ji bo ku mirov li van deran nejîn, ev der hemû hatin rûxandin.
Lê serokê me dixebite ku xelk were û li vir bijî. Ji vir re lîse, dibistan û şevîman pêwîst in. Xelk jî dixwaze were vir û li vir bijî lê wan ev der tim rûxandin.”
“Ev zarok çi bikin, biçin kû derê?"
Mustafa Yikilmaz jî got, “Eger ev dibistan were girtin dê ev zarok çi bikin, biçin kû derê?
Gundên wan dûr in, ew dê çawa herin û bên? Şevîman nîne, tiştek nîne, cihê ku xwarinê lê bixwin nîne, ew dê çi bikin?
Ji ber wê em naxwazin ev lîse were girtin. Em dixwazin lîse vekirî bimîne, neyê girtin.”
Hejmara niştecihên navçeya Mazgêrdê 7 hezar û 359 kes e.
Niştecihên navçeyê di wê bawerê de ne ku girtina dibistanê zererê dide tevna civakî û aborî ya navçeya wan û ji rayedaran daxwaz dikin ku pirsgirêkê çareser bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse