Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Pîrê (PİRHA) Cîhan Berk bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.
Girtina Cîhan Berk ji aliyê Platforma Rojnamegeran a Dêrsimê ve bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat protestokirin û daxwaza berdana wî hat kirin.
"Polîsan bi ser malê de girt"
Roja Înê li Dêrsimê polîsan bi ser mala rojnameger Cîhan Berk de girt û ew desteser kir.
Berk piştî kar û barên îfadeyê yên li Birêvebiriya Ewlehiyê, sewqî dadgehê hat kirin û dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" biryara girtina wî da.
"Ev ne bûyereke ji rêzê ye"
Îro Platforma Rojnamegeran a Dêrsimê li dijî biryara girtinê daxuyaniyek da.
Li ser navê platformê Hidir Yildiz axivî û diyar kir ku girtina Cîhan Berk ne bûyereke ji rêzê ye û wiha pê de çû:
"Tê zanîn ku Cîhan Berk ev demeke dirêj e ji aliyê polîsan ve dihat şopandin. Ev yek nîşana zext û çewisandina li ser rojnamegeran e."
"Rojnamegeran dikin armanc"
Yildiz destnîşan kir ku li Dêrsimê di dema şopandina nûçeyan de hêzên ewlehiyê rojnamegeran bi eşkereyî dikin armanc.
Wî got, "Hevkarê me Cîhan Berk jî yek ji wan kesan e ku bi nasnameya xwe ya rojnamegeriyê li qadê karê xwe dikir."
"Mafê agahdarkirinê tê astengkirin"
Hidir Yildiz bal kişand li ser mafê agahdarkirinê û got, "Astengkirina rojnamegeran, girtin û şopandina wan rasterast bandorê li mafê agahdarkirina gel dike.
Biryarên 'veşartî' yên li ser dosyayan jî rê li ber agahdariya rast digirin."
"Em dê şopdarên dozê bin"
Platforma Rojnamegeran a Dêrsimê di dawiya daxuyaniyê de banî aliyên peywendîdar kir û got:
"Em dixwazin ku rojnameger Cîhan Berk demildest were berdan û pêvajoya dadgehê bêyî girtin berdewam bike.
Divê dawî li şopandin û armancgirtina rojnamegeran were anîn û astengiyên li pêşiya azadiya çapemeniyê werin rakirin.
Em dê şopdarên doza hevkarê xwe bin û em li gel Cîhan Berk in."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse