Hewlêr (Rûdaw) - Baskê jinan ê PKKyê Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) ragihand ku Semra Duvaya bi nasnavê “Berîtan Amed” a ku sala 1992yan tevlî refên gerîlayan bûbû, canê xwe ji dest daye.
Di daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona PAJKê de hat diyarkirin ku Semra Duva navçeya Çinarê ya Amedê bûye.
Her wiha hat eşkerekirin ku Duvaya 45 salî 27ê Tebaxê ji ber nexweşiyê canê xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Duva di sala 1992yan de di temenê zaroktiyê de beşdarî refên rêxistinê bûye û li herêmên wekî Amed, Cûdî, Heftanîn, Zagros, Gare, Qendîl û Mexmûrê maye.
PAJKê di daxuyaniya xwe de derbarê cihê ku wê canê xwe ji dest daye de ti agahî neda.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse