Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo koça dawî ya Generalê Amerîkayî Richard Nab sersaxî xwest û ew wekî "dostekî rasteqîn ê Herêma Kurdistanê" bi nav kir.
General Nab yek ji wan fermandarên Amerîkayî bû ku di sala 1991an de di Operasyona Dabînkirina Aramiyê de roleke berbiçav di parastina gelê Kurdistanê de lîstibû.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê got: "Bi xemgîniyeke kûr min nûçeya koça dawî ya General Richard Nab bihîst ku ji salên nodî ve dostekî rasteqîn ê Herêma Kurdistanê bû."
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha got, "Xizmet, dostanî û piştgiriya wî ya bêrawestan dê her tim di bîra me de be.
Ez sersaxiyên xwe yên kûr pêşkêşî malbat û hezkiriyên wî dikim."
General Richard Nab kî bû?
General Richard Nab fermandarekî artêşa Amerîkayê bû. Piştî raperîna sala 1991ê ya gelê Kurdistanê û koça bi milyonan, ew li gel hêzên hevpeymanan hatibû Kurdistanê.
Ew yek ji fermandarên diyar ên Operasyona Dabînkirina Aramiyê bû. Armanca operasyonê bi avakirina herêmeke aram parastina Kurdan ji êrişên hikûmeta Beasê bû.
Nab bi taybetî li herêma Zaxoyê roleke mirovî û leşkerî ya girîng lîst.
Fermandarê Amerîkayê alîkarî da koçberên ku berê xwe dabûn çiyayan û di vegera wan a ji bo bajaran de jî alîkar bû.
Dostaniya Fermandar Nab a bi Kurdan re ne tenê di çarçoveya leşkerî de ma.
Nab pêwendiyeke mirovî ya xurt bi xelk, Pêşmergeyan û serkirdayetiya siyasî ya wê demê ya Kurdistanê re jî danî.
Operasyona Dabînkirina Aramiyê û karê fermandarên wekî Richard Nab, di dîroka Kurdan de wekî xaleke werçerxanê tê dîtin.
Ew operasyon bû bingeha avabûna Herêma Kurdistanê û damezrandina herêma qedexeya firînê ku Kurdistan ji êrişên berdewam ên hikûmeta Beasê parast.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse