Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Dr. Şaxewan Ebdulah wekî Serokê Fraksiyona xwe yê Parlamentoya Îraqê destnîşan kir.
Ev biryara PDKyê ji aliyê endamekî frakisyonê ve ji Rûdawê re hat piştrastkirin.
Parlamenterê PDKyê yê Parlamentoya Îraqê Sîpan Şêrwanî, ji Rûdawê re axivî û ragihand ku serkirdayetiya partiyê biryara xwe daye.
Şêrwanî got, "Îro bi biryara serkirdayetiya partiya me, Dr. Şaxewan Ebdulah wekî Serokê Fraksiyona PDKyê yê Parlamentoya Îraqê hat hilbijartin."
Şêrwanî li ser pirsa ka kî dê bibe berdevk an biryarderê frakisyonê jî diyar kir ku ev mijar hêj zelal nebûye.
Parlamenterê PDKyê destnîşan kir ku heta niha tenê postê serokê frakisyonê hatiye diyarkirin û postên din ên birêvebiriya fraksiyonê nehatine diyarkirin.
Şaxewan Ebdulah yek ji siyasetmedarên navdar ên PDKyê ye ku di hilbijartinan de wekî berbijêrê parêzgeha Kerkûkê deng standibûn û hatibû hilbijartin.
Ebdulah xwedî tecrûbeyeke mezin a parlamentoyê ye; di dewra 5emîn a Parlamentoya Îraqê jî de wî erkê Alîkarê Serokê Parlamentoyê wergirtibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse