Rewşa mirovî ya li taxên Kurdan dijwartir dibe: 'Derman û sotemenî neman'

17 demjimêr berê
Nûşîn Hemê
Nîşan Heleb Taxên Kurdan Dorpêç Çekdarên Hikûmeta Sûriyeyê Dr. Osman Şêx Îsa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Encumena Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê Dr. Osman Şêx Îsa ragihand ku ji ber dorpêça hêzên hikûmeta Sûriyeyê, rewşa mirovî û tenduristiyê ya li wan taxan roj bi roj xerabtir dibe.

Dr. Osman Şêx Îsa tekez kir ku pêdiviya wan a bilez bi dermanên neştergeriyê, kel û pelên tenduristiyê û bankên xwînê heye.

Hevserokê Encumena Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê Dr. Osman Şêx Îsa di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re diyar kir ku hêzên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê bi tundî dorpêç kiriye û gefên wan berdewam in.

Dr. Osman Şêx Îsa da zanîn ku ew hêz bi gelek hincetên nerewa astengiyên mezin ji xelkê re  derdixin û rê nadin pêdiviyên bingehîn ên jiyanê derbasî taxan bibin û ev yek bûye sedema krîzeke mirovî ya kûr.

“Kêmbûneke cidî ya dermanan heye”

Dr. Osman Şêx Îsa li ser rewşa nexweşxaneyan û sektora tenduristiyê got:

“Niha 6 nexweşxane li wan taxan hene ku ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan bi hemû şiyanên xwe kar dikin.

Ji van nexweşxaneyan 5 taybet in û yek jî ser bi Rêveberiya Xweser e.

Lê belê, ev navend bi kêmbûneke cidî ya derman û pêdiviyên bijîşkî re rûbirû ne.”

Hevserokê Encumena Tenduristiyê destnîşan kir ku hikûmeta Sûriyeyê bi awayekî sîstematîk rê li ber derbaskirina pêdiviyên sereke digire û wiha pê de çû:

“Hikûmet rê nade ti pêdiviyekê; ne sotemenî ji bo nexweşxane û jeneratoran, ne derman, ne gaza malan, ne nan û ne jî ard.

Heta niha rê nedane ku qutiyeke dermanan jî derbas bibe, ev yek jiyana nexweşan dixe metirsiyeke mezin.”

Dr. Osman Şêx Îsa anî ziman ku niha pêdiviya wan a herî bi lez bi dermanên neştergeriyê û alavên laboratûvarên xwînê heye û ev kêmasî bandoreke neyînî li çareseriya nexweşan dike.

“Em sotemeniya yedek bi kar tînin”

Li ser xebata navendên tenduristiyê yên di bin dorpêçê de, Dr. Osman Şêx Îsa eşkere kir ku ji ber nebûna karebayê ew pişta xwe bi temamî bi jeneratoran girê didin û got:

“Em karên xwe bi rêya 3 jeneratoran bi rê ve dibin lê qutbûna sotemeniyê astengiya herî mezin e.

Niha em sotemeniya yedek bi kar tînin lê ew jî ber bi xelasbûnê ve diçe.

Rawestandina jeneratoran tê wateya rawestandina karê nexweşxaneyan.”

Li gorî amarên ku hatine parvekirin, zêdetirî 450 hezar kes li her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê di nav rewşeke gelekî dijwar de dijîn.

Dorpêç ne tenê bandorê li tenduristiyê, li hemû aliyên jiyana rojane dike.

“Nexweşên penceşêrê nikarin dermanan wergirin”

Yek ji aliyên herî bi êş ên vê dorpêçê, rewşa nexweşên giran û bi taybetî nexweşên penceşêrê ye.

Dr. Osman Şêx Îsa li ser vê mijarê hişyarî da û got:

“Mixabin nexweşên penceşêrê nikarin ji taxan derkevin da ku dermankirina kîmyewî (kemoterapî) werbigirin.

Di heman demê de li nav taxan jî ti derman ji bo wan peyda nabe.

Çareseriya wan tenê li navendên taybet ên li herêmên di bin kontrola hikûmetê yên Helebê heye lê rê li ber wan tê girtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst