4 partiyên Almanyayê ji bo Helebê bangî Şamê kir

15 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Almanya Kurd Heleb Taxên Kurdan Cansu Ozdemîr Max Lucks Serdar Yuksel Johannes Volkmann Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çar parlamenterên Almanyayê yên ji partiyên cuda, bi daxuyaniyeke hevbeş bangî hikûmeta Sûriyeyê kir ku dawî li şerê li Helebê bîne û hemû pêkhateyên neteweyî û olî biparêze.

Çar parlamenterên ku ji Max Lucks (Keskan), Cansu Ozdemîr (Partiya Çep), Johannes Volkmann (CDU) û Serdar Yuksel (SPD) pêk tên, di daxuyaniya xwe de rexneyên tund li hikûmeta demkî ya Şamê girtin.

Parlamenteran di daxuyaniya xwe de got, "Artêşa Sûriyeyê taxên Kurdan wekî herêmên qedexekirî ragihandiye û bi topên giran û dronan êrişên leşkerî dike."

"Tundiya sîstematîk"

Parlamenteran destnîşan kir ku ev "tundiya sîstematîk" berê li dijî Durziyên Siwêdayê û sivîlên Elewî yên li beravên Sûriyeyê jî hatiye kirin û hişyarî da ku niha metirsî heye karesateke nû ya mirovî çêbibe.

Berdevkê Mafên Mirovan ê Partiya Keskan Max Lucks ragihand, "Divê zexta navneteweyî li ser serokê demkî yê Sûriyeyê were kirin, ji ber ku hikûmeta demkî li ku derê hewla dagirkeriyê bide, tevliheviyê derdixe."

Parlamenterê CDUyê Johannes Volkmann jî daxuyand, eger ev êriş nesekinin dê "bandorê li pêwendiyên dualî yên Almanyayê yên bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re bike."

Her wiha Parlamentera Partiya Çep Cansu Ozdemîrê tekez kir ku pêdiviya Sûriyeyê bi desthilateke navendî nîne, lê pêdiviya wê bi sîstemeke nenavendî û parastina pêkhateyan heye.

Binpêkirina peymanê û koçberî

Şerê ku 6ê Kanûna Paşîn a 2026an di navbera Artêşa Ereban a Sûriyeyê û hêzên Kurdî de li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê dest pê kir, bûye sedema koçberbûna zêdetirî 150 hezar kesan.

Ev şer di demekê de ye ku hikûmeta demkî ya bi serokatiya Ehmed Şer ku piştî rûxîna Beşar Esed (Kanûna Pêşîn a 2024an) hat ser desthilatê, daxwaza vekişîna hêzên Kurdî dike.

Aliyê Kurd hikûmeta Sûriyeyê bi binpêkirina rêkeftina 10ê Adara 2025an tohmetbar dike ku biryar bû bi rêya wê hêzên Kurdî di nav saziyên dewletê de werin têkelkirin.

Parlamenterên Almanyayê tekez dikin ku Sûriyeyeke aram tenê bi naskirina pirrengiya neteweyî û gihîştina bi peymana bi Kurdan re li ser bingeha wekheviyê pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst