Hengaw: Di xwenîşandanan de 17 sivîl hatin kuştin

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê Îran Rojhilatê Kurdistanê Xwenîşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku di ser xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê re hefteyek derbas bû û heta niha mirina 17 sivîlan hatiye piştrastkirin.

Li gorî amarên ku tîma Hengawê piştrast kirine, li bajarên Melekşahî, Hemedan, Hersîn, Nûrawa, Kodeşt, Azna, Lordegan, Fûladşehr û Merwdeştê windahiyên canî çêbûne.

Ev bajar li parêzgehên Kirmaşan, Loristan, Hemedan, Fars, Îlam, Çarmehal û Bextyarî û Îsfehanê ne.

Hengawê da zanîn ku ew lêkolîna li ser herî kêm 6 bûyerên din didomînin û eger ev mirin bên piştrastkirin dê bi raya giştî re werin parvekirin.

Li aliyê din medyaya hikûmeta Îranê ragihand ku li bajarê Qûmê 2 kes mirine ku yek ji wan 17 salî ye, xebatên tesbîtkirina nasnameya wan didomin.

Piraniya kesên canê xwe ji dest daye Kurd in

Li gorî amarên Hengawê, ji 17 sivîlan 16 jê welatiyên Kurd in û yek jî Fars e.

Hat tomarkirin ku herî kêm 9 ji wan Kurdên Lur in.

Hat diyarkirin ku yek ji Kurdên ku hatiye kuştin Yarsan e û welatiyê ku li Hemedanê hatiye kuştin jî Fars e.

Di rapora Hengawê ya 3yê Kanûna Paşîn de hat diyarkirin ku 132 kes hatine desteserkirin.

Di nav kesên hatine desteserkirin de 68 Kurd, herî kêm 4 jin û 6 jî zarok hene.

Bi van 77 girtinên di 6 rojên dawî de, hejmara kesên ku nasnameya wan ji aliyê Hengawê ve hatiye piştrastkirin derket 132yan.

Li gorî amarên Hengawê bûyerên ku roj bi roj qewimîne û nasnameya kesên mirî wiha ne:

Çirûska yekem û mirina ciwanê Yarsan

Roja Çarşemê 31ê Kanûna Pêşîn a 2025an di xwenîşandanan de xwîna ewil rijiya.

Li Kodeşta Loristanê, ciwanê 22 salî yê Yarsan Emîrhusam Hodayariferd bi guleyeke ku ji nêzîk ve li serê wî ket hat kuştin.

Saziyên dewletê hewl da ku bi rêya medyayê wî wekî "endamê Besîcê" nîşan bidin lê malbata wî ev yek red kir.

Li Fûladşehra Îsfehanê, Kurdê Lur ê 28 salî Daryûş Ensarî Bextyarwend bi keleşnîkofê lêdan xwar û beriya bigihêje nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Roja Pêncşemê 1ê Kanûna Paşîn, li parêzgehên Loristan û Farsê gelek sivîl hatin hedefgirtin.

Li bajarê Merwdeştê yê Farsê, Kurdê Lur Mansûr Muxtarî dema ku kuştina Hudadad Şîrwanî protesto dikir, bi guleya keleşnîkofê ya ku ji qereqola polîsan hat berdan hat kuştin.

Li bajarê Aznayê yê Loristanê, Kurdê Lur ê 28 salî Ehmedriza Emanî ji sînga xwe birîndar bû û li nexweşxaneyê ji ber windakirina xwînê canê xwe ji dest da. Emanî stajyerê parêzeriyê bû.

Li gundê Hesen Gavyar Mîrbegê yê navçeya Nûrawayê Ehed Îbrahîmpour Ebduliyê 35 salî, li gorî şahidan dema hewl dida jinekê ji desteserkirinê rizgar bike bi 3 guleyên hêzên ewlehiyê hat kuştin.

Li Merwdeştê Kurdê Lur Hudadad Şîrwaniyê 33 salî yê bavê du zarokan, ji nêzîk ve bi tifinga nêçîrê lêdan xwar û li nexweşxaneyê mir.

Li Aznayê Mistefa Felahiyê 15 salî di xwenîşandanên êvarê de bi guleya rasterast hat kuştin.

Li Aznayê Şayan Esedullahiyê 30 salî bi guleya hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest da. Di heman xwenîşandanê de Kurdê Lur Wehab Mûsewî jî hat kuştin.

Li bajarê Lordeganê yê Çarmehal û Bextyariyê, Kurdê Lur Ehmed Celîlê 21 salî bi guleya rasterast hat kuştin.

Li Lordeganê Secad Valameneyê 20 salî di xwenîşandanan de hat kuştin.

Xwenîşandanên Hemedan û Kirmaşanê

2yê Kanûna Paşîn li parêzgehên Hemedan û Kirmaşanê yên Rojhilatê Kurdistanê jî windahiyên canî çêbûn.

Li Hemedanê welatiyê Fars Emîrhusên Beyatî bi guleya rastîn a hêzên ewlehiyê hat kuştin.

Saziyên dewletê zext li malbatê kir ku wî wekî "endamê Besîc" bidin nasîn lê bavê wî qebûl nekir.

Li gundê Ceferabad Hezarxanî yê navçeya Hersînê ya Kirmaşanê, welatiyê Kurd Elî Ezîzî Ceferabadiyê 42 salî bi guleya hêzên ewlehiyê yên Îranê canê xwe ji dest da.

Li Îlam û Melekşahiyê tundî zêde bû

Li bajarê Melekşahiyê yê Îlamê di xwenîşandanên girseyî de xwîn rijiya.

Xwenîşanderê Kurd Mehdî Îmamîpûr bi guleya hêzên ewlehiyê birîndar bû û li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Xwenîşanderê Kurd Farez Axa Mihemedî di heman xwenîşandanan de hat kuştin.

Riza Ezîmzade û Mihemed Muqedesî jî li Melekşahiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst