Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Navenda Lêkolînên Îranê (ÎRAM) Doç. Dr. Serhan Afacan diyar kir ku di operasyona Amerîkayê ya li dijî Îranê de “stratejiyeke bidawîkirinê” ya zelal nîne.
Afacan got, “Mirina Xaminêyî mekanîzmaya leşkerî ranewestand.
Îran bi ‘doktrîna parastina mozaîk’ a ku dikare serbixwe ji desthilata navendî tevbigere, bersivdana êrişan didomîne."
Doç. Dr. Serhan Afacan bû mêhvanê bultena Rûdawê ku Hêvîdar Zana pêşkêş dike û rastiyên şer ên li qadê û bandorên wê yên li ser herêmê nirxandin.
“Plana Amerîkayê ya derketina ji Îranê nîne”
Afacan destnîşan kir ku nediyariya li ser wê yekê bê dê şer kengî û çawa biqede didome û stratejiya Amerîkayê wiha rexne kir:
“Di şerê 12 rojî yê Hezîrana 2025an de armanca Amerîkayê diyar bû; li dezgehên nukleerî xist û vekişiya.
Gava em li rewşa niha dinêrin, plana Amerîkayê ya zelal a derketinê nîne.
Ne diyar e dê li hemberî çi bibêjin ‘temam’ û derkevin. Îsraîl, heta eger rejîm nerûxe jî, bi temamî têkçûna aramiya Îranê û mana wê ya di nav kaosê de ji bo xwe wekî armanceke stratejîk a têrker dibîne.
Di vê xalê de nêrînên Washington û Tel Evîvê ji hev cuda ne.”
Akademîsyen Afacan got, “Îsraîl dixwaze rejîm li Îranê birûxe lê eger rejîm nerûxe jî, têkçûna aramiya Îranê, derketina kaosê û lawazbûna welêt dikare ji bo Îsraîlê bibe armanc yan jî encameke têrker.
Ez difikirim ku di vê xalê de nêrînên Îsraîl û Amerîkayê û ji hev cuda ne.”
“Dê êrişa bejahî ji bo Amerîkayê bibe kabûs”
Serhan Afacan diyar kir, ew bawer nake ku tenê bi lêdana ji asman ve karibin rejîma Komara Îslamî ya Îranê birûxînin yan jî ji binî ve biguherînin û got ku êrişeke bejahî jî ne pêkan xuya dike.
Afacan amaje bi wan gotinên hinek senatorên Amerîkayê yên derbarê operasyona bejahî de kir û destnîşan kir ku rîskên vê yekê gelekî mezin in.
Afacan got, “Her çi qas di warê teorîk de behsa ketina bejahî ya di ser Îraqê re were kirin jî, ev yek leşkerên Amerîkayê dike armanceke vekirî.
Tehran tam li navenda Îranê ye; ji aliyê leşkerî ve gelekî zehmet e ku mirov bi meşê heta wê derê operasyonê bike.
Di vê qonaxê de ne Amerîka û ne jî Îsraîl nikarin rîskeke wiha bidin ber çavên xwe.”
Serokê ÎRAMê di berdewamiya axaftina xwe jî de wiha pê de çû:
“Dibe ku ew li benda serhildana xelkê bin; wekî ku Serokwezîrê Îsraîlê çend caran ev yek anî zimên, Serokê Amerîkayê jî bangên bi vî rengî kirin lê xuya ye ku ew dê ji vê yekê jî encamê nestînin.
Heta niha ti tevgereke girseyî ya gel ku bersivê bide wê bendewariyê çênebûye.
Dibe ku ew bixwazin hinek rêxistinên di nav Îranê de bi vî rengî bixin nav liv û tevgerê.
Ev du roj in li ser vê mijarê hinek nûçe derdikevin lê gava em li dîmena niha dinêrin xuya nake ku ew dê wê encama serhildanê ya ku dixwazin bi dest bixin.”
“Faktora partiyên Kurd û mixalefeta navxweyî”
Afacan behsa wê navenda hevahengiyê kir ku ji aliyê komên mixalif ên li nav Îranê û partiyên Kurdan (PDK-Î, Komele, PAK, PJAK û hwd.) ve hatiye avakirin û got, “Ev yekbûn, nayê wê wateyê ku ew dê teqez di heman dema êrişên Amerîkayê de dest bi têkoşîneke çekdarî ya li dijî rejîmê bikin.
Wekî ku wan du roj berê di daxuyaniya xwe de eşkere kir, şert û merc -wekî Hezîrana borî- ne guncav in.
Loma ez difikirim ku ew sazî jî dê tevgereke wiha ji bo niha gelekî bitalûke bibînin.”
Afacan destnîşan kir ku dibe ku rêxistinên Kurdan lawaziya li Tehranê wekî derfetekê bibînin lê hîn jî rîsk gelekî mezin in û wiha axivî:
“Ez qet bawer nakim ku rêxistinên Kurdan di vê qonaxê de bikevin nava liv û tevgerê. Ç
imkî rîskên li wê derê gelekî mezin in. Em dizanin ku hêzên rejîmê li van herêman hîn jî xurt in. Bi dîtina min hîn şert û mercên ji bo midaxeleyeke wiha çênebûne.”
“Mirina Xaminêyî makîneya şer ranewestand”
Serokê ÎRAMê diyar kir ku kuştina Elî Xaminêyî dawî li bersivdana leşkerî ya li qadê neaniye û bal kişand ser pergala parastinê ya Îranê.
Doç. Dr. Serhan Afacan ev tişt anîn zimên:
“Îran ji bo şerekî bi vî rengî amade bû. Li gorî 'Doktrîna Parastina Mozaîk', yekeyên leşkerî yên li qadê dikarin bêyî ku li benda fermana desthilata navendî bisekinin li armancên stratejîk bixin. Xaminêyî hebe jî nebe jî ev pergal dixebite.
Wekî ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Eraqçî jî diyar kir, hinek yeke bi însiyatîfa xwe êrişan didomînin.
Bandora rastîn a şer dê di hevsengiyên siyaseta navxweyî ya Îranê ya piştî Xaminêyî de were dîtin.”
Bûyera Hatay/Dortyolê û berteka Tirkiyeyê
Afacan her wiha bal kişand ser bandora şer a li ser sînorê Tirkiyeyê û derbarê parçeyê mûşekê yê ku li Hatayê ketibû ev agahî parve kirin:
“Beriya ku em dest bi weşanê bikin, rayedarên Tirkiyeyê daxuyaniyeke girîng da. Hat ragihandin ku mûşekeke ji Îranê hatiye avêtin li xeta Sûriye/Hatayê ji aliyê pergalên NATOyê ve hatiye xistin û parçeyên wê li Dortyolê ketine.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan telefonî hemtayê xwe yê Îranî Ebas Eraqçî kir û aciziya xwe gihandiyê, ev pêngaveke dîplomatîk a gelekî krîtîk e.
Ev rewş nîşan dide ku Tirkiye li hemberî binpêkirinên qada xwe ya asmanî çi qas hestiyar e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse