Hewlêr (Rûdaw) - Di roja pêncem a şerê Amerîka-Îsraîlê û Komara Îslamî ya Îranê de, gelek baregehên leşkerî û ewlehiyê yên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê bûn armanc û êriş li wan bajaran jî belav bûn ku berê baregehên leşkerî tê de nehatibûn bombebarankirin.
Li gorî zanyariyên ku gihîştine Tora Medyayî ya Rûdawê, hinek fermandar û efserên payebilind ên leşkerî çûne nava taxên sivîlan. Baregehên leşkerî yên ku hatine valakirin, niha di hinek salên werzişê, salonên şahiyan, dibistan û navendên tenduristiyê de hatine bicihkirin. Li baregehên leşkerî jî zêdetir leşker û efserên pilebilind ên payenizm mane.
Li gorî şopandinan, Amerîka û Îsraîlê di pênc rojên ewil ên şer de li Rojhilatê Kurdistanê kêm kêm baregehên girêdayî artêşê kirine armanc û zêdetir baregehên Supaya Pasdaran, Hêzên Sînorî û Îtlaatê bombebaran kirine. Di baregehên artêşê de jî, zêdetir bircên parastina asmanî û cihên avêtina mûşekan hatine armanckirin.
Bombardmanên li pênc parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ji nîvê şeva Sêşemê heta şeva Çarşemê bi vî rengî bûn:
Parêzgeha Urmiyeyê
Şeva Çarşemê 4ê Adara 2026an, çend baregehên ewlehî û leşkerî li nav bajarê Bokanê hatin armanckirin. Li gorî zanyariyên di medyaya civakî de, yek ji wan cihên hatine lêdan baregeha Îtlaatê ya Bokanê ye. Her wiha derdora qaymeqamtiya bajêr jî hatiye armanckirin.
Firokeyên Îsraîl û Amerîkayê berdewam armancên xwe yên li nav Urmiyeyê bombebaran dikin. Yek ji wan cihên îro Çarşemê hatine lêdan navenda fermandariya polîsê înternetê ya parêzgeha Urmiyeyê ye, lê ev yek bi awayekî fermî nehatiye piştrastkirin.
Medyayên nêzîkî Supaya Pasdaran bombebarankirina balafirxaneyê, çend pasên li nava termînalê, nexweşxaneya "Taleqanî" û çend armancên li taxên bajarê Urmiyeyê piştrast kirin. Li nava taxan, zêdetir êriş li ser çend armancên li Cadeya 7ê Tîrmehê (Pûşperê) pêk hatin. Li nava termînala Urmiyeyê çend pas hatin armanckirin, lê hejmar û nasnameya rêwiyan hîn ne diyar e.
Medyaya fermî ya Îranê her wiha belav kir ku du otomobîl li nêzîkî bajaroka pîşesazî ya Urmiyeyê hatine armanckirin û di encamê de 9 kesan canê xwe ji dest daye.
Di roja pêncem a şer de, bo cara yekem baregehên leşkerî û ewlehî yên li bajarê Serdeştê jî hatin armanckirin. Li gorî zanyariyên hatine piştrastkirin, navenda fermandariya serbazgeha Supaya Pasdaran a bi navê "Supaya Cundullah" û îstixbarata Supaya Pasdaran li wî bajarî hatine lêdan. Herwiha berbanga Pêncşemê baregeha sereke ya îstixbarata Supaya Pasdaran li Neqedeyê hate bombebarankirin.
Parêzgeha Sineyê
Li navenda bajarê Sineyê, ji nîvê şeva Sêşemê heta berbanga Çarşemê, gelek mal û avahî li Taxa Qişlaqê hatin bombebarankirin. Li gorî dîmenan, çend mal û avahî di wê taxê de xera bûne. Medyayên fermî yên parêzgeha Sineyê dibêjin ew cihên sivîl bûn, lê li gorî kesên ku dîmenên bombebaranê belav kirine, ew cih baregehên leşkerî bûn.
Fermandarê Polîsê Sineyê Yehya Îlahî di rêya medyayê re bangewaziyek belav kir û daxwaz ji xelkê kir ku piştî bombebaranê neçin ser cihên lêdanê. Yehya Îlahî dibêje, hinek ji wan mûşekên ku di êrişan de tên bikaranîn, dibe ku çend deqeyan an çend demjimêran piştî êrişê careke din biteqin.
Piştî nîvroya Çarşemê, çend armanc li gundê Nenele yê li derdora bajarê Sineyê hatin bombebarankirin.
Li Baneyê herî kêm du serbazgehên Supaya Pasdaran di nav û derdora bajêr de hatin bombebarankirin, yek ji wan wekî navenda fermandariya Supaya Pasdaran a wî bajarî tê naskirin. Herwiha berî nîvroya îro serbazgeha Artêşê ya li Soẍanana bajêr hat armanckirin û piştî bombebaranê dengê teqînê û dûmaneke zêde ji cihê bûyerê bilind bû.
Parêzgeha Kirmaşanê
Berbanga Çarşemê armancek li derdora Qada Petrolê ya navenda bajarê Kirmaşanê hate armanckirin. Çavkaniyên nûçeyan ên Kirmaşanê dibêjin cihê ku hatiye bombebarankirin Birêveberiya Îtlaatê ya parêzgeha Kirmaşanê bûye, lê ev yek nehatiye piştrastkirin.
Medyayên hikûmî yên parêzgeha Kirmaşanê bombebarankirina hejmarek baregehên leşkerî yên li nav bajarê Kirmaşanê piştrast kirin û dibêjin, di nav cihên hatine bombebarankirin de navendên tenduristiyê jî hene.
Êvariya Çarşemê, baregeha "Sabitxa" ya Supaya Pasdaran li bajarê Gêylanê yê parêzgeha Kirmaşanê çend caran hate bombebarankirin.
Parêzgeha Loristanê
Li Xurremabadê ya Loristanê navenda parastina asmanî ya Artêşa Îranê hate armanckirin. Têkiliyên Giştî yên Qereqola Zevî ya Leşkerî ya 84an a Artêşa Îranê ya li Loristanê dibêje, di êrişê de 4 efserên parastina asmanî hatine kuştin. Berê jî kuştina 5 efserên din ên wê hêzê hatibû ragihandin.
Fermandariya Polîsê Loristanê roja Çarşemê di daxuyaniyekê de armanckirina baregehên polîs ên li wê parêzgehê red kir û dibêje, "Projeyeke armancdar heye ji bo nearamkirin û neseqamgîrkirina parêzgeha Loristanê".
Parêzgeha Îlamê
Roja Pêncşemê careke din fermandariya pasewaniya sînor a bajarê Mêranê ya bi navê baregeha "Behramabad" a li parêzgeha Îlamê hate bombebarankirin. Rayedarên pasewaniya sînor ên Îlamê ji medyayên xwe yên fermî re ragihandin, êrişê zirarên canî çênekirine lê zirarên mezin gihandiye baregehê.
Dezgehên hikûmî û leşkerî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zanyariyên temam derbarê cihên bombebarankirî û her wiha hejmara qurbaniyan belav nakin, loma hejmara tam a qurbaniyan nayê zanîn. Di nav qurbaniyan de leşker û her wiha sivîl jî hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse