Li Cizîrê du kom bi kevir û çovan pev çûn

04-06-2025
RÛDAW
Nîşan Şirnex Cizîr Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du koman de bi kevir û çovan pevçûn derket û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Li Kolana Orhan Dogan di navbera du koman de ji ber sedemeke hîn jî nayê zanîn nîqaş derket, piştî demeke nîqaş veguherî pevçûnê.

Di pevçûnê ku kevir û çov hatin bikaranîn de 3 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

 Polîsan bi gaza îsotê her du kom belav kirin.

Tîmên tenduristiyên birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Endamên her du koman li ber nexweşxaneyê jî pev çûn.

Tîmên polîsan midaxaleyî pevçûnê kir û ew ji hev veqetandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst