Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Şirnexê ya AK Partiyê navê Sirri Sureyya Onderê koça dawî kir li parkekê kir.
Civîna Asayî ya Meclisa Şaredariya Şirnexê ya meha Hezîranê bi serokatiya Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarka hat lidarxistin.
Di civînê de hat pêşniyarkirin ku navê Parka Bajêr a li taxa Gundogduyê bibe Parka Sirri Sureyya Onder.
Meclisa Şaredariya Şirnexê biryar da ku navê parkê biguhere û bibe Parka Sirri Sureyya Onder.
Sirri Sureyya Onder dema ku Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê bû koça dawî kir.
Sirri Sureyya Onder 3yê Gulanê di 62 saliya xwe de li Stenbolê koça dawî kir.
Onderê ku ji ber nexweşiya dil 15ê Nîsanê ber bi nexweşxaneyê ve hatibû veguhastin piştî emeliyatê nêzîkî 18 rojan di bin lênêrîna giran de ma û ji ber têkçûna organan canê xwe ji dest da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse