Li ser rêya Roviya-Hewlêrê qeza: Mirî hene

04-09-2025
Nîşan Roviya Dihok Qeza Mirî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Roviya-Hewlêrê di qezayeke trafîkê de 3 kesan canê xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Birêvebirê Navenda Polîsê Trafîkê yê Roviyayê Seîd Ebdulah ji Rûdawê re got ku bûyer saet 09:45ê vê sibehê qewimiye.

Ajokarekî kontrola otomobîla xwe ji dest daye û li stûna pirekê daye.

Pêşmergeyekî ku li nêzîkî pirê rawestiyabû, li gel ajokarê otomobîlê û hevjîna wî canê xwe ji dest daye.

Keça wan a ku di otomobîlê de bû jî birîndar bûye.

Seîd Ebdulah diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya keçikê jî ne baş e û ew li Nexweşxaneya Lezgîn a Akrê tê dermankirin.

Ew Pêşmergeyê ku di bûyerê de şehîd ketiye, xelkê gundê Berdesorê yê nahiyeya Roviyayê ye.

Ew malbata ku qeza kiriye ji Hewlêrê ye.

Malbat ji Dihokê ber bi Hewlêrê ve vedigeriya û li nêzîkî pira gundê Berdesorê qeza kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst