Hewlêr (Rûdaw) - Qubad Talebanî di civîna Kabîneyê de li ser "bûyera Lalezarê" daxuyanî da û ragihand, "Plan hebû ku di çar demên cuda de Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (Bafil Talebanî) bê kuştin."
Kabîneya Herêma Kurdistanê doh li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê civiya.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku di civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji Qubad Talebanî kiriye ku li ser "bûyera Lalezarê" daxuyaniyekê bide.
"Hewl hebû ku aloziyeke mezin bê çêkirin”
Qubad Talebanî derbarê bûyerê de amaje bi wê yekê kiriye:
"Hewl hebû ku aloziyeke mezin bê çêkirin û plan hebû ku di çar demên cuda de Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bê kuştin".
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî derbarê bûyera Lalezarê de her wiha gotiye:
"Tiştê ku hat kirin pûçkirina ew plana aloziyê û sepandina yasayê bû û niha jî rêkarên yasayî tên girtin ji bo çareserkirina wê mijarê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse