Rêveberiya Xweser û Fînlenda li Beyrûtê civiyan

04-09-2025
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Fînlenda Bedran Çiya Kurd Ebdulselam Ehmed Anne Meskanen Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Hevserokatiya Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd doh bi Balyoza Fînlandayê ya Beyrûtê Anne Meskanenê re civiya.

Li gorî Ajansa North Pressê, di civîna ku Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Libnanê Ebdulselam Ehmed jî beşdar bû de pêşhatên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên li Sûriyeyê û bi taybetî jî rewşa Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Alîkarê Hevserokatiya Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd diyar kir ku wan di hevdîtinê de bal kişandiye ser girîngiya destpêkirina diyalogeke siyasî ya niştimanî û amadekirina destûreke ku daxwazên hemû Sûriyeyiyan pêk bîne.

Bedran Çiya Kurd her wiha tekezî li ser pêwîstiya berdewamkirina hewlên têkoşîna li dijî DAIŞê û pêkanîna aramiyeke mayînde ya li seranserê Sûriyeyê kir.

Li aliyê din, Balyoza Fînlandayê Anne Meskanenê jî hevdîtin bi rengê “bi sûd” bi nav kir û tekez kir ku Fînlanda bipêşketinên li herêmê ji nêz ve dişopîne.

Rêveberiya Xweser tevî ku bi awayekî fermî nehatiye naskirin ji mêj ve ye hewl dide ku pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi welatên Ewropayê re berfireh bike.

Di salên dawî de, nûnerên Rêveberiya Xweser gelek caran bi berpirsên Ewropî re civiyane, bi taybetî li ser mijarên wekî hevkariya li dijî terorê, alîkariyên mirovî û lêgerîna ji bo çareseriyeke siyasî ya li Sûriyeyê.

Ev pêwendî, hem hewldanên Rêveberiya Xweser ên ji bo tevlîbûna qada navneteweyî nîşan didin, hem jî nîşaneya eleqeya bi baldarî ya Ewropayê ne ku di heman demê de ku hewl dide têkiliyên xwe yên bi Şamê û hêzên herêmî re bi rê ve bibe, piştgiriyê bide aramiyê li bakurrojhilatê Sûriyeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst