Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê baran dibare

04-10-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku îro li bajarên Erzirom, Qers, Wan, Bêdlîs, Mûş, Îdir, Erdexan, Agirî, Çewlig, Dêrsim, Êlih, Sêrt, Şirnex, Colemêrg û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê baran dibare.

Li piraniya bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran dibare.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sibe heta roja Yekşemê pileya germê bilind bibe.

Li gorî Saziya Keşnasiyê, îro li bajarên Erzirom, Qers, Wan, Bêdlîs, Mûş, Îdir, Erdexan, Agirî, Çewlig, Dêrsim, Êlih, Sêrt, Şirnex, Colemêrg û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê baran dibare.

Îro pileya germê li Qersê 12, li Wanê 13 û li Erziromê 14 e û li Riha, Amed û Dîlokê jî 26 e.

Ji aliyê din ve, li navçeya Miksê ya Wanê, duh berfa yekem a demsalê bariya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst