Amed (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nîqaşên li ser navê Kurdistanê hê jî rojeveke sereke ye. Siyasetmedarên partiyên Kurdan û yên opozîsyona Tirkiyeyê ji Amedê bersiva Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî dan. Ew dibêjin Bahçelî vê rastiyê qebûl bike jî û neke jî `Kurdistan hebûye, heye û dê her bimîne jî.`
Bi vê serdana Seroka Îyî Partiyê Meral Akşanerê ya bo Misircêya Sêrtê, rojeva sereke bû navê Kurdistanê.
Dikandarê Misircî Cemîl Taşkesen piştî ku gotibû `ev der Kurdistan e û divê Kurdistan neyê înkarkirin` hatibû desteserkirin û piştre hatibû berdan. Lê digel vê yekê jî nîqaşên li ser navê Kurdistanê her berdewam kir.
Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî jî di koma partiya xwe ya parlamentoyê de li hemberî van gotinên dikandarê Kurd nerazîbûneke tund nîşan dabû.
Lê ji Amedê jî li hemberî Bahçelî dengê nerazîbûnê bilind bû. Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ku niha doza girtinê lê hatiye vekirin, li Bakur di nava navên 4 partiyên siyasî de ye ku peyva Kurdistanê di navê wê de derbas dibe. Ew dibêjin, Kurdistan rastiyek e û tu caran ew ê dev jê bernedin.
Henîfî Turan, Alîkarê Serokê Giştî yê PAKê, dibêje, “Bahçelî û kalikê Bahçelî hêj nehatibûn vê erdnîgariyê li vê erdnîgariyê Kurd hebûn, Kurdistanî hebûn û navê vî welatî jî Kurdistan bû. Dema artêşa îslamê hat vê deverê jî navê vê derê Kurdistan bû. Ev heqîqetên dîrokî ne. Îcar Bahçelî û yên weke Bahçelî ku nijdaperestên tirkan in, Kurdistan û miletê Kurd weke kulek li ser dilê wan e.”
Yek ji partiyên opozîsyona Tirkiyê jî Partiya Pêşerojê ya serokwezîrê berê Ehmed Davutoglu ye. Rêveberên vê partiyê jî dibêjin ger yên xwendin û nivîsandina wan hebe dema rûpelên dîrokê biqelibînin ew ê Kurdistanê bibînin.
Aydin Altaç, Serokê Partiya Pêşerojê yê Amedê, “Kurdistan qedexe nîn e. Yên ku îro bibêjin li vê herêmê Kurdistan tune ye, Kurd tune ne, ya yekemîn dîrokê nizanin. Ya duyemîn vê herêmê û van mirovan nabînin. Ev ne mimkun e. Tiştekî li holê ye, dikarî bibêjî tune ye? Di sala 2013an de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku wê demê serokwezîr bû, di koma partiya xwe ya parlamentoyê de gotibû Kurdistan rastiyek e û divê qebûl bikin.”
Serokomarê Tirkiyê, gotibû, “Dema hinekî biçin paşerojê, biçin dema Osmaniyan dê bibînin ku Rojhilat û Başûrê Rojhilat eyaleta Kurdistanê ye. Ew ê bibînin ku Rojhilatê Deryaya Reş jî eyaleta Lazistanê ye. Ev ji dîroka me ji me re mîrate mane.”
Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Bînalî Yildirim jî diyar kiribû, “Di nava nûnerên gel ên ku Xazî Mistefa Kemal Ataturk vexwendibûn de parlamenterên Kurdistanê jî hebûn, parlamenterên Lazistanê jî hebûn. Ji çar aliyê Anatoliya Navîn nûner hebûn.”
Herî dawî di 2018an de serokwezîrê berê ku piştre bû berbijêrê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Bînalî Yildirim serdana Amedê kiribû û gotibû di di dema Mustafa Kemal Ataturk de parlamenterên Kurdistanê jî û parlamenterên Lazistanê jî hebûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse