Amed (Rûdaw) - Li Amedê îdiayên derbarê belavbûna fihûş û madeyên hişbir de bûne sedema nerazîbûneke mezin.
Platforma “Şiyar Be” li ser van îdiayan, xwenîşandanek li dar xist.
Çalakvan dibêjin li hinek kafeyan bi awayekî sîstematîk fihûş tê kirin û madeyên hişbir tên firotin.
Platforma Şiyar Be ya ku ji bo têkoşîna li dijî madeyên hişbir hatiye avakirin, bi meşekê nerazîbûna xwe nîşan da.
Li gorî platformê, ev diyardeyên neyînî li Amedê her ku diçe zêde dibin.
Wan soz da ku dê li hemberî vê "rizandina civakî" tu carî bê deng nemînin.
Beşdarên çalakiyê xwest ku hemû kafe bên kontrolkirin.
Wan got, divê ew cihên ku ev karên neyasayî li wan têne kirin, demildest bên girtin.
Ev mijar ev çend roj in ku rojeva sereke ya Amedê ye û di nava gel de bûye sedema fikaran.
Çalakvanan bangî civakê kir ku li hemberî vê rewşê xwedî helwest bin.
Wan got, ev pirsgirêk ne tenê karê dewletê ye, berpirsiyariya her ferdê civakê ye ku li zarok û ciwanên xwe xwedî derkeve.
“Divê em li Kurdistana xwe xwedî derkevin”
Parêzer û Hevberdevka Platforma Şiyar Be Gulşen Demîrê got:
"Bila haya me hemûyan ji vî tiştî hebe. Bila em xwedî li hev derkevin. Her keça me, her zarokê me, her ciwanê me Kurdistanek e. Divê em li Kurdistana xwe xwedî derkevin."
“Civak dirize”
Çalakvan Şerefxan Aydin got:
"Bûyerên laşfiroşiyê û tiryakê di nava civakê de her ku diçe belav dibin. Wê demê çi dibe? Civak êdî li ser pirsgirêkên xwe yên esasî nasekine, çalak nasekine. Civak dirize."
“Gel vê yekê qebûl nake”
Çalakvan Sorgul Aytekê jî anî zimên:
"Gel vê yekê qebûl nake. Em dixwazin bersiva xwe bi xurtî û bi awayekî dijwar nîşan bidin."
“Kesên ku ew xistine vî karî hene”
Çalakvan Gulistan Filîzê jî got:
"Keçên hejdeh-nozdeh salî, yên hevdeh salî ku ketine vî karî, bi serê xwe neketinê.
Bê guman kesên ku ew xistine vî karî hene. Yên ku van ciwanan û van jinan dixapînin divê bên girtin, hem ji aliyê milet ve hem jî ji aliyê dewletê ve."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse