Makbule Ozera 81 salî dê nekeve girtîgehê

04-12-2023
RÛDAW
Nîşan Makbule Ozer Girtîgeh Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Wanê derbarê Makbule Ozera 81 salî biryara dawî da. Li gorî biryarê Ozer nakeve girtîgehê.

Dayika Kurd Makbule Ozer li gel hevjînê xwe yê Hadî Ozer 10ê Gulana 202yan bi hinceta "alîkariya PKKyê" li navçeya Artemêt a Wanê bi cezayê 2 sal û mehek girtîgehê hatibû girtin.

Piştî demekê li girtîgehê ma, ATKyê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne, biryara taloqkirina salekê ya cezaya girtîgehê da.

Makbule Ozer di 7ê Îlona 2022yan de hatibû berdan.

Saziya Tiba Edlî di raporaya xwe ya dawiyê ya derbarê Makbule Ozera 81 salî de ragihand ku “Dikara di girtîgehê de bimîne”.

Ev biryar bû sedema nerazîbûnan. Piştî nerazîbûnan Serdozgeriyê biyar ji nû ve nirxand.

Serdozgeriya Komarê ya Wanê îro biryar da ku Ozer nakeve girtîgehê û di girtîgeha malê de jî nemîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst