Konferansa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bi navê “Komara Demokratîk” a li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya Stenbolê di roja duyemîn de bi navnîşana “Komara Demokratîk û lêgerîna têkoşîna siyasî-civakî” birêve çû
Hewlêr (Rûdaw) – Serokwekîlê Koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Saruhan Oluç ragihand ku Tifaqa Ked û Azadiyê dê di nava hefteyekê de berbijêrê/a serokomariyê zelal bike û got: “bê guman dê namzetek ji aliyê raya giştî ve were naskirin be. Niha em li ser çend navan disekînin.” Oluç herwiha rexne li 6 partiyên opozîsyonê girt û got: “Masayê 6 partiyên opozîsyonê di bernamaya xwe de cih nedane ku pirsa Kurd dê ka çawa bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bibe.”
Konferansa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bi navê “Komara Demokratîk” a li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya Stenbolê di roja duyemîn de bi navnîşana “Komara Demokratîk û lêgerîna têkoşîna siyasî-civakî” birêve çû. Hejmareke zêde ya siyasetmedar, akademisyên û kesayetên naskarî beşdarî konferansê bûn.
“Pirsgirêka Kurd ev 100 sal in nehatiye çareserkirin”
Serokwekîlê Koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Saruhan Oluç li cihê konferansê ji Peyamnêrê Rûdawê Omer Sonmez re axivî û got: “Îsal 100 saliya Komarê ye û dê bikeve sedsala duyemîn. Rexneya me ya herî girîng a 100 saliya ewil ew e ku komara ku bi feraseteke monîst hatiye avakirin, bi rastî jî pirsgirêka demokrasiyê paş guh kiriye. Loma em dibînin ku komarek e ku bê demokrasî ye. Kêmasiya herî mezin a komarê di sedsala ewil de kêmasiya demokrasiyê bû û ev jî girêdayî wê yekê ku pirsgirêka Kurd ev 100 sal in çareser nebûye. Ji ber ku komara ku bi feraseteke monîst hatibû avakirin, guh neda cudahiyan. Bi salan guh neda gelê Kurd û zimanê wan ê zikmakî. Divê ev ji holê were rakirin.”
Oluç, diyar kir ku divê di sedsala duyemîn de projeyek ji bo qeûlbikrina wekheviya bawerî, nasnameyên cuda, ziman û nasnameyên hebe û wiha pê de çû: “Em li ser vê yekê nîqaşan dikin û em dê nîqaşên xwe bidomînin. Em dê fikrên xwe yên derbarê mijara peymana nû ya civakî ka dê çawa bê çêkirin bi zelalî eşkere bikin.”
“Di bernameya maseyê 6 partiyan de derbarê çareseriya pirsa Kurd de tiştek nîne”
Oluç bernameya hevbeş a 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê rexne kir û got: “Hûn dizanin ku ev bi rastî tê çi wateyê? Di metna bernameya hevbeş a maseyê 6 partiyan de behsa çareseriyeke aştiyane ya pirsgirêka Kurd a herî biçûk jî nayê kirin, nîşan dide ku armanc restorekirina komara sedsala borî ye.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Oluç got: “Eger em meseleyê tenê wekî vegerandin ûtenê wekî sererastkirina xirabûna komara heyî nehesibînin, ku divê neyê hesibandin, wê demê diviyabû ku di metna wan de behsa çawaniya çareseriya aştiyane ya demokratîk a pirsgirêka Kurd bihata kirin. Dibe ku her alî xwedî nêrînên cuda bin, lê eger maseya şeşan bi giştî ti nêrînek derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd bi şêweyekî aştiyane nede, wê demê têgihiştina wan ew e ku di sedsala duyemîn de ti gavan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê neavêjin.”
“Berbijêrê Tifaqa Ked û Azadiyê dê hefteya bê eşkere bibe”
Oluç eşkere kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Partiya Kedê (EMEP) û Federasyona Encumenên Sosyalîst (SMF) pêk tê, li ser lihevkirina mijara berbijêr de ti pirsgirêkên wan nîne.
Derbarê dema eşkerekirina navê berbijêrê/a xwe de jî Oluç got: “Me tenê got ku em ê di nîva Sibatê de navan eşkere bikin. Xebatên li ser vê mijarê berdewam û Tifaqa Ked û Azadiyê dê di nava hefteyekê de berbijêrê/a serokomariyê zelal bike.”
Di heman demê de Oluç da zanînr ku berbijêr dê navek surprîz lê navekî naskirî be û got: “Lê ya ku em bala xwe didinê ew e ku heta niha berbijêreke jin heye û bi taybetî di nav berbijêrên ku HDPê pêşniyar kirine de. Tifaqa Ked û Azadiyê li hemberî vê yekê ti nerazîbûneke wan nîne. Ji ber vê yekê em ê di nava hefteya pêş de ev berbijêrê/a xwe zelal bikin. Helbet dê berbijêrek ji aliyê raya giştî ve were naskirî be. Niha em li ser çend navan disekînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse