Li saziyên Rêveberiya Xweser pêngava Kurdî: Armanc arşîva bi Kurdî ye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Kurdî Ferbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê, 110 karmendên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê piştî temamkirina kursa zimanê Kurdî bawernameyên xwe wergirtin.

Rêveberiya Xweser ji bo ku karmendên xwe di warê birêvebirina saziyan de pêş bixe û zimanê Kurdî di kar û barên fermî de xurttir bike, kursên zimanê Kurdî organîze dike.

Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî Viyan Hesen diyar kir ku di nav derçûyan de xeynî Kurdan pêkhateyên din jî hene û got:

“110 xwendekar beşdar bûbûn. Ev kes endamên Rêveberiya Xweser, çi karmend çi jî birêvebirên desteyên Rêveberiya Xweser ên herêma Cizîrê bûn. Ne tenê pêkhateya Kurd, hejmareke biçûk be jî karmendên Rêveberiyê yên Ereb û Suryan jî di nav vê komê de derçûn."

"Armanc arşîvkirin û weşandina belgeyan a bi Kurdî ye"

Viyan Hesen armanca van kursan wiha rave kir:

"Ji bo me derçûna vê komê girîng e. Jixwe bi birêvebiriya Cizîrê re bernameyek hatibû çêkirin ku hemû endamên dezgehên Rêveberiyê, bi taybet kesên ku li arşîv û dîwanê dixebitin fêrî Kurdî bibin.

Armanc ew e ku ew bikaribin belgeyên xwe bi Kurdî arşîv bikin û hemû belgeyên xwe yên fermî bi Kurdî biweşînin.”

Karmendên ku bawernameyên zimanê Kurdî wergirtine li desteyên Parastin, Çand, Tenduristî, Enerjî, Veguhastin, Jin û Perwerdeyê yên Kantona Cizîrê kar dikin.

Merasîma belavkirina bawernameyan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî û Navenda Cîbicîkar a Perwerdeyê ve hat lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst