Heyeta Îmraliyê û Serokê CHPyê dê bicivin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Heyeta Îmraliyê CHP Ozgur Ozel DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê, di çarçoveya ziyaretên partiyên siyasî de duşemê dê Partiya Gel a Komarî (CHP) ziyaret bike.

Heyet dê li Navenda Giştî ya CHPyê bi Serokê Giştî Ozgur Ozel re bicive.

Li gorî daxuyaniya DEM Partiyê, endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol, 22yê Kanûna Pêşîn saet 12:00an li Navenda Giştî ya CHPyê dê bi Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel re hevdîtinê bikin.

Tê çaverêkirin ku di hevdîtinê de, di çarçoveya têkiliyên siyasî yên berdewam de, qonaxa ku pêvajo gihiştiyê were nirxandin û dan û standina nêrînan bê kirin.

Kîjan partî hatin ziyaretkirin?

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê demên dawî pêwendiyên xwe yên bi partiyên siyasî re didomîne.

Di vê çarçoveyê de heyetê ev ziyaret hatin kirin:

- Li Navenda Giştî ya Partiya Paşerojê bi Serokê Giştî Ahmet Davutoglu re civiyan.

- Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî Heyet li Parlamentoya Tirkiyeyê qebûl kir.

- Bi Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan re hevdîtin hat kirin.

Heyetê berê bi Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re jî zêdetirî carekê hevdîtin pêk anîbûn.

Bi ziyareta CHPyê re dê qonaxeke din a girîng a tûra partiyên siyasî ya Heyeta Îmraliyê temam bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst