HEWLÊR - Amerîkayê avahiya konsulxaneya xwe ya berê bi temamî vala kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Konsulxaneya Amerîkayê Amerîka Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya Hewlêrê, bi awayekî fermî bidawîhatina pêvajoya valakirina avahiya xwe ya kevn a li navçeya Enkaweyê ragihand.

Ev avahî zêdetirî 14 salan wekî navendeke sereke ya dîplomatîk a li Herêma Kurdistanê hate bikaranîn.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Konsulxaneyê, ji 1ê Sibata 2026an ve birêvebirina avahiyê bi temamî radestî şaredarî û xwediyên malan hat kirin.

Konsulxaneyê ji bo piştgiriya wan a di van salan de spasiya Qaymeqamê Hewlêrê Nebaz Ebdulhemîd û karmendên wî kir.

Ev gav li gorî peymana her du aliyan a meha Gulana 2025an hate avêtin.

Konsulxaneya Amerîkayê li ser daxwaza şaredariya Enkaweyê, binesaziya karebayê û dîwarên ewlehiyê wekî xizmetguzarî ji şaredariyê re hiştin.

Her wiha ji destpêka vê mehê ve kontrola deriyê li ber benzînxaneya Babîlê radestî şaredariyê hate kirin û rêyên din jî dê li gorî plana şaredariyê werin vekirin.

Konsulxaneya Amerîkayê li ser valakirina avahiya xwe ragihand:

"Niha xwediyên milkan dikarin bi temamî bigihêjin malên xwe.

Berpirsyariya parastina ewlehiya taxê jî ji Konsulxaneyê radestî hêzên polîs û asayîşê hat kirin."

Valakirina avahiya kevn piştî wê yekê tê ku Amerîkayê 3yê Kanûna Pêşîn a 2025an avahiya xwe ya nû û mezin a li ser rêya navçeya Pîrmamê bi fermî vekir.

Avahiya nû ya li Hewlêrê wekî konsulxaneya Amerîkayê ya herî mezin a li cîhanê tê dîtin.

Mesrefa avakirina wê 796,1 milyon dolar e û li ser rûberê zêdetirî 202 hezar metre çargoşe hatiye avakirin.

Konsula Giştî ya Amerîkayê ya Hewlêrê Gwendolyn Greenê di dema vekirina avahiya nû de gotibû:

"Bidawîhatina vê kompleksa nû, pêbendiya me ya ji bo nûnertiya Amerîkayê ya bi serbilindî û duristî ducare dike.

Ev yek dibe belgeya pêwendiyên me yên berdewam ên li gel Herêma Kurdistanê."

Konsulxaneya nû dikare 188 karmendan bihewîne û heft ajans û wezaretên cuda yên Amerîkayê tê de dixebitin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst