Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî li hev civiyan

06-02-2026
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mezlûm Ebdî Îlham Ehmed Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û şanda pê re qebûl kirin.

Di civînê de pêşhatên dawî yên meydanî û siyasî yên rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, Pirsgirêka Kurdan û peymana di navbera HSD û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de hatin gotûbêjkirin.

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn jî di civînê de amade bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî careke din piştgiriya Herêma Kurdistanê ya ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya berdewamiya diyaloga navbera aliyan û “parastina mafên hemû pêkhateyan û gelê Kurd a di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de kir.”

Rola Herêma Kurdistanê û têkoşîna li dijî DAIŞê

Mezlûm Ebdî derbarê rewşa herêmê û dan û standinên bi Şam û aliyên navneteweyî re agahî dan.

Mezlûm Ebdî her wiha ji bo rola berdewam a Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê ya di piştgiriya mafên rewa yên gelê Kurd û hewlên ji bo aramkirina alozî û pirsgirêkan de spasiya wî kir.

Di hevdîtinê de metirsiyên terorê û liv û tevgerên DAIŞê yên li herêmê jî hatin nirxandin.

Her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku hevahengiya aliyan û piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî faktoreke sereke ya parastina ewlehiya herêmê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst