MSD: Peymana 10ê Adarê rêya Sûriyeyeke demokratîk e

30-07-2025
RÛDAW
Nîşan MSD Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed Sûriye Mezlûm Ebdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - MSDyê Peymana 10ê Adarê ya di navbera Ehmed Şer Mezlûm Ebdî de wekî xaleke referansê ya niştimanî ya ji bo avakirina çareseriyeke siyasî bi nav kir.

Îlham Ehmedê her wiha jî li ser Sûriyeyê got, "Nenavendîtî êdî ne vebijarkeke teorîk e, belkû pêwîstiyeke niştimanî ye ji bo parastina yekîtiya Sûriyeyê."

Konseya Serokatiyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê civîna xwe ya asayî li dar xist.

Hevserokên MSDyê Leyla Qereman ve Mehmûd El Muslit bi awayekî online beşdarî civînê bûn.

Her wiha Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî tevlî civînê bû.

Konseya Serokatiyê ya MSDyê di civîna xwe ya asayî de banga vegerê li ser bendên peymana 10ê Adarê kir û diyar kir ku ew peyman referanseke niştimanî ye û dikare ji bo bipêşxistina pêvajoya siyasî bibe bingehek.

"Rêya çareseriyê ne bi tehrîkê lê bi diyalogê ye"

Konseya MSDyê tekez kir ku qonaxa veguhêz di qonaxeke hestiyar de ye û hişyarî da ku nebûna nûnertiyeke rastîn û têkçûna modelên heyî, gefê li her derfeteke çareseriyeke bi wate dixwe.

Konseyê her wiha got, "Rêya çareseriyê ne bi tehrîk, berdewamiya xwînrijandinê yan jî çerxên tundûtûjiyê ye, lê belê bi diyalogeke niştimanî ya berfireh e ku baweriyê di navbera Sûriyeyiyan de ji nû ve ava dike û bingeha dewleteke demokratîk a ku mafan diparêze û piralîtiyê hembêz dike, datîne."

"Nenavendîtî êdî ne vebijark e, pêwîstî ye"

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê tekez kir ku nenavendîtî êdî ne vebijarkeke teorîk e, belkû pêwîstiyeke niştimanî ye ji bo parastina yekîtiya Sûriyeyê û misogerkirina dabeşkirineke adilane ya desthilat û çavkaniyan.

Îlham Ehmedê her wiha got, "Ti lihevkirina siyasî bêyî beşdariya tam a hemû pêkhateyên Sûriyeyê ya li ser bingeha hevparî û rûmetê, bi ser nakeve.

Berdewamiya marjînalkirin û dûrxistinê dê tenê perçebûnê kûrtir bike û metirsiya hilweşîneke tam çêbike."

Derbarê rewşa li Siwêdayê, MSDyê binpêkirinên li dijî sivîlan şermezar kir û li hemberî hewldanên manîpulekirina civakên eşîran bi awayekî ku tundrewî û terorê gur dike, hişyarî da.

Civîna Parîsê

Li ser civîna dawî ya Parîsê, MSDyê bal kişand ser girîngiya beşdariya navneteweyî, bi taybetî beşdariya Nûnerê Amerîkayê Thomas Barrack, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî.

MSDyê her wiha destnîşan kir ku berteka Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê nîşan dide ku civaka navneteweyî hîn jî çareseriyeke siyasî wekî pêkan dibîne.

Konseya Serokatiyê ya MSDyê li hev kir ku dest bi diyalogeke niştimanî ya berfireh bike ku tê de pêkhateyên siyasî, etnîkî, olî û civakî yên cihêreng ên Sûriyeyê li hev bicivin.

Armanc ew e ku ji bo derbasbûneke siyasî ya rastîn a ber bi Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî ve ku li ser bingeha dadmendî, wekhevî û hemwelatîbûnê ye, nexşerêyek were amadekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst