Almanya hinek leşkerên xwe yên li Hewlêrê vedikişîne

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Almanya Leşker Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Almanyayê biryar da ku ji ber "rewşa ewlehiyê ya herêmê" û zêdebûna aloziyan, leşkerên xwe yên li Hewlêrê kêm bike.

Artêşa Almanyayê her wiha da zanîn ew karmendên ku di vê demê de erka wan a sereke nîne, dê bi awayekî demkî werin vegerandin.

Fermandariya Operasyonan a Artêşa Almanyayê di raporekê de ji parlamentoya welatê xwe re amaje bi wê yekê kir ku ev biryar wekî "tedbîreke xweparastinê" û di encama nirxandina rewşa niha ya Rojhilata Navîn de hatiye dayîn.

Metirsî zêde bûne

Li gorî medyaya Almanyayê, sedema sereke ya vê pêngavê ji ber metirsiya zêdebûna nakokiyên leşkerî yên di navbera Amerîka û Îranê de ye.

Di daxuyaniya artêşa Almanyayê de wiha hat gotin:

"Ewlehiya leşkerên me karê me yê herî li pêş e. Vekişîna wê beşa ji hêzên me bi hevahengiya hûr li gel hevparên navneteweyî yên li herêmê hatiye kirin.”

Fermandariya Operasyonan derbarê çarenivîsa erkên wan ên li Herêma Kurdistanê jî da zanîn ku ew hêzên ku li Hewlêrê dimînin dê erkên xwe yên sereke bidomînin.

300 leşkerên Almanyayê li Hewlêrê bi cih bûne

Almanya wekî endameke çalak a Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê, nêzîkî 300 leşkerên xwe li Hewlêrê bi cih kirine.

Erkê sereke yê van hêzan ew e ku ji bo rêlibergirtina ducare serhildana rêxistina DAIŞê hêzên Îraqê û Pêşmerge perwerde bike û ji wan re şêwirmendiyê bike.

Divê were gotin ku niha piraniya çalakiyên leşkerî û rahênanê yên artêşa Almanyayê li Herêma Kurdistanê û bi taybetî li bajarê Hewlêrê kom bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst