Hewlêr an Bexda? Almanya li kû derê zêdetir vîzeya Şengenê dide?

01-12-2025
Kehî Mehmûd
Nîşan Almanya Vîzeya Şengenê Hewlêr Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Almanyayê bi rêya Rûdawê amarên îsal ên dana vîzeya Şengenê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê belav kirin.

Amar nîşan didin ku dana vîzeyan li gorî par kêm bûye.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ji Rûdawê re ragihand ku ji destpêka îsal ve heta 24ê Çiriya Paşîn, li Konsulxaneya Giştî ya Hewlêrê 3 hezar û 498 vîzeyên Şengenê dane welatiyan.

Li Balyozxaneya Almanyayê ya Bexdayê jî 3 hezar û 976 vîzeyên Şengenê ji daxwazkaran re hatine dayîn.

Amarên par çawa bûn?

Par li Hewlêrê 7 hezar û 987 vîze û li Bexdayê jî 4 hezar û 978 vîze hatibûn dayîn.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ragihand ku Konsulxaneya Giştî ya li Hewlêrê ji birêvebirina daxwazên vîzeyê yên welatiyên Sûriyeyê jî berpirsyar e, lewra hejmara vîzeyên ku li paytexta Herêma Kurdistanê tên dayîn zêde ne.

Vîzeyên malbatî

Li gorî wezaretê, vîzeya malbatî, yanî yên ku dixwazin hevjîn û zarokên xwe bibin Almanyayê, li Hewlêrê bêhtir hatine pesendkirin.

Ji bo birina hevjînan a Almanyayê, li Hewlêrê 808 û li Bexdayê 631 vîzeyên Şengenê hatine dayîn.

Ji bo birina zarokan jî, li Hewlêrê 944 û li Bexdayê 65 vîze hatine dayîn.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ji Rûdawê re got:

"Şiyana nûnertiyan a li derveyî (Almanyayê) li gorî daxwazê ye.

Konsulxaneya Giştî ya li Hewlêrê ji pêşkêşkirina daxwazên welatiyên Sûriyeyê jî berpirsyar e, lewra li wê derê pêdivî zêdetir e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst