Hewlêr (Rûdaw) - Li Racoya Efrîna Rojavayê Kurdistanê 10 jin ji aliyê polîsê serbazî ve hatin girtin.
Li bajarokê Raco yê Efrînê 10 jinên Sûrî yên koçber ji aliyê fermandarekî polîsê serbazî ser bi Tirkiyê ve hatin girtin, ku dixwestin derbasî nav axa Tirkiyê bibin.
Li gor Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê, roja 4ê vê mehê, li bajarokê Raco yê bakurê Efrînê 10 jinên Sûrî yên koçber ji aliyê fermandarekî polîsê serbazî ser bi Tirkiyê ve hatin girtin.
Li gor zanyariyên wê rewangehê, piraniya wan jinên hatine girtin ji parêzgeha Himsê ne ku dixwestin derbasî nav axa Tirkiyê bibin.
Her bi gotina çavkaniyên xwecihî, rîspiyên herêmê hewl dane ku navbeynkariyê bikin bo azadkirina wan jinan lê hewlên wan bi ser neketine.
Ev di demekê de ye ku roja 20ê Adara borî jî, li bajarokê Racoya Efrînê, polîsê serbazî 7 jinên Himsî azad kiribûn piştî ku 5 rojan li ba xwe girtibûn ku hatibû wan jinan dixwestin biçin Tirkiyê.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.
Piştî wê êrişa berfih a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18î Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran, bi sed hezaran xelkê Kurd mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.
Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.
Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse