Fazil Mîranî: PDK û YNK li baregeha Serokê Herêma Kurdistanê dicivin

05-05-2020
RÛDAW
Sekreterê Polîtborya PDKê, Fazil Mîranî
Sekreterê Polîtborya PDKê, Fazil Mîranî
Nîşan Herêma Kurdistanê Hewlêr Silêmanî PDK YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Polîtborya PDKê, Fazil Mîranî ragihand, şemiya bihê PDK û YNK li baregeha Serokê Herêma Kurdistanê bi hev re dicivin.

Fazil Mîranî îro serdana Parêzgariya Hewlêrê kir û bi parêzgar Firset Sofî re civiya. Piştî civînê Fazil Mîranî di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Îro ji nêzîk ve me spasiya Parêzgarê Hewlêrê, Cîgirê Parêzgar, Qaymeqam û hemû tîmên din kir, ji ber wan rêkarên ku di demên derbasbûyî de ji bo rûbirûbûna koronayê cîbicî kirine.”

Fazil Mîranî got: “Em wek PDK serfirazin bi tîma hikûmetê û karekî baş kirine û berhemên karê wan jî xuya ye.”

Sekreterê Polîtboruya PDKê herwiha destnîşan kir, “berovajî welatên derve hikûmeta me destpêşxer bû di rûbirûbûna koronayê de, em hêvîdar in ku karkirina hikûmetê bi vê ciddiyetê ve berdewam be û hemwelatî jî piştevaniya hikûmetê bikin, çimku hikûmet ya xelkê ye û serkevtina hikûmetê serkevtinek e ji bo xelkê jî.”

Fazil Mîranî daxwaz ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî kir, ku nakokiyên xwe yên siyasî çareser bikin û nebin nav hikûmetê, çimku hikûmet û parlamento ya hemûyan e, çimku yê ku di hikûmetê de nebe, di nava parlamentoyê de ye.

Derbarê civîna navbera YNK û PDKê de jî, Mîranî da zanîn: “Şemiya bihê 9ê Gulanê civîna herdu polîtboruyên PDK û YNK li baregeha Serokê Herêma Kurdistanê dibe.”

Têkildarî sîstema nenavendiyê bo Silêmaniyê ku hin kes û alî daxwaz dikin, Sekreterê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê got: “Ew hevalên Silêmaniyê komîteyek ji pisporan pêk anîne, ji bo amadekirina projeya nanevaniyê, bêguman her tiştek li her parêzgehekê bihê amadekirin, divê were serokatiya Civata Wezîran û eger pêwîstî bi yasayê jî hebe, divê biçe parlamentoyê, çimku çend sal e federaliya me bi yasayan birêve biçe û yasa jî li parlamentoyê derdikevin.”

Fazil Mîranî tekez kir: “Tu nikarî tiştekî ava bikî, ku berovajî yasayê be û divê tu vegerî ser yasayê û em jî li benda wê yekê ne.”

Mîranî ragihand: “Eger em bêne ser heqîqetê, pêwîstiya Hewlêrê bêtir bi sîstema nenavendiyê heye.”

YNK bi rêya fraksyona xwe ya li Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê, ew dema çend rojan e ku mijara sîstema nenavendîbûnê kiriye rojev û daxwaza vê sîstemê ji bo birêvebirina parêzgeha Silêmaniyê dike. Fraksyona Goranê jî piştgiriya wê daxwazê dike.

Roja 26ê Nîsanê, mijara daxwazkirina sîstema nevandiya îdarî bo parêzgeha Silêmaniyê, di encûmena wê parêzgehê de bi awayekî fermî hat pesndkirin û komîteyek bo vê mebestê jî hatiye pêkanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst