Civîna Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê li gel Konsulê Îmaratê yê li Hewlêrê Ehmez Zahî, roja Sêşemê 4 Gulana 2021 li Hewlêrê. Wêne: Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê.
Hewlêr (Rûdaw) – Konsulê Îmaratê yê li Hewlêrê Ehmed Zahirî ragihand, welatê wî amade ye beşdariyeke zêdetir di pêşketina Herêma Kurdistanê de bike.
Di serdanekê de bo Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê de, Konsulê Îmaratê yê li Hewlêrê ragihand, “Herêma Kurdistanê yek ji herêmên pêşketî yên li navçeyê ye û hêjayî hemû corên alîkariyê ye.”
Ehmed Zahî herwiha di hevdîtina li gel Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Awat Cenab Nûrî de got, “Îmarat amade ye bêtir beşdariyê di pêşveçûnên Herêma Kurdistanê de bike.”
Di vê hevdîtinê de ku roja Sêşemê 4ê Gulanê li Hewlêrê hat encamdan, Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Awat Cenab Nûrî jî ragihand, hikûmeta Îmaratê dikare kompaniyên hilberînê yên wî welatî han bide daku berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û “beşdariyê di vejandin û pêşxistina Herêma Kurdistanê de bikin.”
Awat Cenab Nûrî herwiha daxwaz ji Konsulê Îmaratê kir, di warên bac û gumrukê de alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, daku fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê sûdê ji ezmûnên Îmaratê werbigirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê, herdu aliyan di civînê de behsa rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê ya derbarê bûdceyê de û astegên li hember cîbicîkirina rêkeftinê jî kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse