Hewlêr (Rûdaw) - Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdê (Egitim Sen) ragihand ku li navçeya Xelfetiyê ya ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê di lîsteyên hatine weşandin de berbirsên sindoqan ji endamên Egitim BirSen û AKPê pêk tên.
Endamên Egitim Senê piştî weşana lîsteyan nerazîbûna xwe pêşan dane û dibêjin di lîsteyan de cih nedana mamosteyên ku endamên sendîkaya wan in.
Li ser bûyerê parlamenterê HDPê Omer Ocalan 5ê Gulana 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û dibêje, “Ligel lîstikên AKP-MHPê em dê bi gelê xwe re ewlekariya sindoqan biparêzin. Ji ber vê yekê banga min ew e gelê me bibin berpirsên sindoqan û xwedî li deng û îradeya xwe derbikevin. Bila tirs û xofa kesekî nebe em dê bihevre vê desthilatê bişînin.”
Hevserokê Şaxa 1emîn ya Egitim Senê li Amedê Zulkuf Guneş jî diyar kiriye ku heman tişt li navçeyên Sûr û Yenişehirê yên Amedê jî heye û endamên KESKê yên ku serlêdan kiribûn ji lîsteyan hatine derxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse