Sûriye ji bo perwerdeya bi Kurdî ji Zanîngeha Artukluyê alîkariyê dixwaze

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Sûriyeyê Rojavayê Kurdistanê Kurdî Zanîngeha Artukluyê
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ji bo amadekirina materyalên perwerdeya Kurdî daxwaza piştgiriyê ji Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê kir.

Eger peyman were îmzekirin, pirtûkên dersê yên Kurdî yên Sûriyeyê dê ji aliyê Zanîngeha Artukluyê ve werin amadekirin.

Hikûmeta Sûriyeyê ji bo perwerdeya Kurdî ya ku dê di naskirina mafên Kurdan de bibe xala werçerxanê, ket nava liv û tevgerê.

Hikûmeta ku ji bo mufredat û pirtûkan ketiye nava lêgerînê, bi Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê re pêwendî danî û ji bo amadekirina mufredatê daxwaza piştgiriyê kir.

Rektorê Zanîngeha Artukluyê Prof. Dr. Îbrahîm Ozcoşar li ser mijarê agahî dan nûçegihanê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak.

Ozcoşar bal kişand ser desthilata akademîk a zanîngehê ya li ser ziman û çanda Kurdî û got:

“Mamosteyên me di komîteyên fêrbûna Kurdî û amadekirina pirtûkên dersê yên li Tirkiyeyê de wezîfeyên gelekî çalak girtin.

Di çarçoveya pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê de li ser dayîna dersên Kurdî lihevkirinek çêbû.

Di vê çarçoveyê de ji bo amadekirina binesaziya pêwîst û beşdariya mamosteyên zanîngeha me ya di vê pêvajoyê de hevdîtinên me didomin.

Em li bendê ne ku ev hevdîtin di demeke nêzîk de bibin encameke berbiçav.”

“Gelek mezûnên me di burokrasîya Sûriyeyê de ne”

Ozcoşar bi bîr anî ku hinek wezîr û burokratên di hikûmeta Sûriyeyê de mezûnên Zanîngeha Artukluyê ne û wiha li pey çû:

“Zanîngeha me di xebatên li ser Sûriyeyê de roleke pêşeng dilîze.

Niha nêzîkî ji sedî 10ê xwendekarên me ji Sûriyeyê ne.

Di burokrasîya Sûriyeyê de gelek mezûn û xwendekarên me hene.

Heta Wezîrê Rewşên Bilez û Karesatan ê Sûriyeyê niha li zanîngeha me xwendekar e.

Dema ku Destûra Bingehîn a Demkî ya Sûriyeyê dihat amadekirin, bandora mamosteyên me yên ku bi awayekî çalak di nav xebatan de bûn, hebû.

Em di nava sînerjiyekê de ne ku karibin li ser perwerdeya Kurdî ya li Sûriyeyê piştgiriyê bidin wan.”

Daxwaza wezîrên Sûriyeyî

Birêvebirê Enstîtuya Zimanên Zindî Doç. Dr. Ahmet Kirkan jî hûrgiliyên teknîkî yên xebatên mufredatê parve kirin.

Ahmet Kirkan diyar kir ku hinek navên ku li Zanîngeha Artukluyê xwendine û niha di hikûmeta Sûriyeyê de wezîrtiyê dikin, pêşniyara amadekirina materyalên perwerdeya Kurdî kirine û da zanîn:

“Ji pola pêşdibistanê heta dawiya lîseyê dixwazin em pirtûkên dersê yên ji bo perwerdeya Kurdî amade bikin.

Di vê qadê de nêzîkî 20 salan tecrubeya me ya cidî heye.

Eger peymaneke fermî were îmzekirin, em amade ne vê tecrubeya xwe ya akademîk veguhêzin Kurdên li Sûriyeyê.”

“Ne tenê Rojava, Şam û Heleb jî di nav de ne”

Kirkan destnîşan kir ku perwerdeya Kurdî ya li Sûriyeyê dê bi Rojavayê Kurdistanê re sînordar nemîne û dê taxên Kurdan ên li Helebê û Şama paytexta Sûriyeyê jî li xwe bigire û anî ziman:

“Li gorî agahiyên ku rayedarên Sûriyeyê dane me, li her derên ku Kurd lê dijîn dê perwerdeya Kurdî hebe. Niha amadehî ji bo vê tên kirin.

Ev tenê bi Qamişlo an jî Hisîçayê re sînordar nîne; taxên Kurdan ên li Helebê û Şamê jî di nav de ne.

Em ji bo her derên ku Kurd lê hene vê binesaziya perwerdeyê amade dikin.”

Du wezîr ji Artukluyê ne

Raed Salihê ku di dema şerê Sûriyeyê de hatibû Mêrdînê û li Zanîngeha Artukluyê xwendibû, niha wekî Wezîrê Rewşên Bilez û Karesatan dixebite.

Raed Salih niha li heman zanîngehê xwendekarê masterê ye.

Endamê Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Sûriyeyê Mihemed Walî jî mezûnê bernameya masterê ya Zanîngeha Artukluyê ya Zanistên Siyasî û Pêwendiyên Navneteweyî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst