Ji ber êrişa mêşên hingiv 816 mih mirar bûn

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îdir Mêşên Hingiv Êriş Pez
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê mêşên hingiv êrişî keriyê pez kir, pez hev pêpez kir û 816 serî mih mirar bûn.

Doh bi qasî 4 hezar pez û berxên Çetîn Naral ber bi zozanan ve diçûn.

Dema keriyê pez di navbera gundên Heqmihemed û Axaverê de ji cihê ku 200 kewarên mêşên hingiv lê bûn derbas bû, mêşên hingiv êrişî kerî kir.

Ji ber êrişa ji nişka ve pez û berxên kerî ji tirsan belav bûn û hinek ketin ketin valahiya herka avê û wan pê li hev kir.

Di encama vê karesatê de 816 serî pez mirar bûn.

Tîman dest bi lêkolînê kir

Piştî bûyerê, tîmên Birêvebiriya Çandinî û Daristanan a Îdirê ji bo tesbîtkirina zererê çûn cihê bûyerê.

Di encama lêkolîn û hejmartina tîman de hat ragihandin ku bi giştî 816 serî pez mirar bûne.

Li dûrî cihê niştecihbûnê çalek hat vedan û pezên mirar ji bo ku nebin sedema nexweşî û pirsgirêkên tenduristiyê bi komî hatin binaxkirin.

Her wiha 5 kesên ku di dema êrişa mêşên hingiv de birîndar bûn jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst