Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere li karê xwe hat vegerandin.
Wezaretê ev agahî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.
Ji bo Abdurrahman Tutdereyê ku ji wezîfeyê hatibû dûrxistin tedbîra kontrola dadî ya bi şêweyê "derneketina ji malê" hatibû dayîn lê ev biryar demeke berê hatibû rakirin.
Abdurrahman Tutdere, di çarçoveya operasyona Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hatibû desteserkirin.
Tutdere di 8ê Tîrmehê de derketibû pêşberî dadgehê û derbarê wî de biryara kontrola dadî ya "derneketina ji malê" hatibû dayîn.
Abdurrahman Tutdere îro li wezîfeya xwe hat vegerandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse