Hewlêr (Rûdaw) – Bi bomeya hatina Cejna Cemayê ku yek ji mezintirîn cejna olî ya Kurdên Êzidî ye, Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî û serokatiya Parlamentoya Kurdistanê peyamên pîrozbahiyê belav kirin.
Cejna Cemayê ku dirêjtirîn cejna êzîdiyan e, roja 6 Cotmehê dest pê dike û roja 13yê heman mehê xilas dibe.

Serok Mesûd Barzanî îro roja şemiyê 05.10.2019an bi boneya hatina Cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî peyamek belav kir û têde pîrozbahî li Kurdên Êzidî kir peyamek belav kir û hêviya jiyanekî aştiyane û bexteweriyê ji bo wan xwest.
Barzanî di peyama xwe dibêje: “Hêvî dikim ku xwîşk û birayên me yên Êzidî hemû cejn û xweşiyên xwe di nav aram û bexteweriyê de bijîn û dawî bi wan êş û azaran bê ku di salên derbasbûyî de bi sedema zulma terorîstan kişandibûn.”
Herwiha Serok Barznaî careke din piştevaniya xwe bo Kurdên Êzidî nîşan da û hêviya jiyanake aştiya ji wanr e xwest.
Nêçîrvan Barzanî: Em dê ji bo rizgarkirina wendayiyan her hewl bidin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di peyama xwe de pîrozbahiya Cejna Cemayê li Kurdên Êzidî pîroz kir.
Nêçîrvan Barzanî got: “Hêvîdar im ev cejn bo hemûyan bi xêr û xweşî be û cejn û helkeftên bên, di rewşeke baştir de bo Êzidî û hemû Kurdistaniyan derbas bibe. Îsal jî cejn di demekê de tê ku heta niha bi dehan hezar xwîşk û birayên me yên Êzidî jiyana koçberiyê û di wargehan de derbas dikin û nikarin vegerine ser mal û cihên xwe.”
Barzanî herwiha destnîşa kir ku bêtirî 3 hezaran Kurdên Êzidî heta niha jî bêserûşûnin û çarenivîsa wan nediyar e.
Di beşeke din a peyama xwe de Barzanî dibêje: “Em careka din xwîşk û birayên xwe yên Êzidî piştrast dikin ku her çi ji me bê dê bikin daku vegerine ser mal û cihên xwe yên aram û avadankirî û heta yek Êzidî wenda maye, dê hemû hewlan ji bo vegerandina wan bidin..
Mesrûr Barzanî: Hikûmet dê dê li gor karînên xwe bo kêmkirina êş û azarên Kurdên Êzidî hewl bide

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi hatina Cejna Cemayê pîrozbahiyên xwe pêşkeşî Kurdên Êzidî yên li Kurdistanê û tevahiya cîhanê kir û got: “Hêvî dikim di rewşeke aram û têjî ji xweşî cejna xwe pîroz bikin.”
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de bibîr xist ku Kurdên Êzidî di salên derbasbûyî de rastî karesat û rojên dijwar hatine, hêvî xwest ku di bin sêya rewşa bihevre jiyana aştiyane ya li Kurdistanê de, ev rojên dijwar werin jibîrkirin.
Barzanî diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li gor karînên xwe bo kêmkirina êş û azarên Kurdên Êzidî hewl bide û herwiha hewl bo bihêztirkirina rihê bihevre jiyan û aramî di navbera tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê de bide.
Peyama parlamentoya Kurdistanê

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê jî bi bo boneta hatina Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyê Kurdên Êzidî kir û ragihand ku ew hêvî dikin ku ev cejin bibe wesileyê bihêzkirina çanda pêkvejiyanê li Kurdistanê.
Hikûmeta Kurdistanê, ji ber “Cejna Cemayê” hefteyek bo karmendên Kurdên Êziîdî kiriye bêhnvedan .
Bêhnvedan roja 6 vê mehê dest pê dike û roja 13 xilas dibe, roja 14 mehê karmendên Kurdên Êzidî diçin ser karê xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse