Parlamenterê DEM Partiyê: Li Wanê leşkeran eziyet li welatiyekî kir

05-11-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Wan Cendirme
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterekî Colemêrgê yê DEM Partiyê dîmenên tundiya leşkeran a li hemberî welatiyekî li navçeya Elbakê ya Wanê belav kirin û bertek nîşan da.

Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê Onur Duşunmez li ser hesabê xwe yê tora civakî navê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê zêde kir û ev daxuyanî da:

"Hîkmet Çaprazê ku ji bo çûyîna nexweşxaneyê bi rê ketibû, li navçeya Elbakê ya Wanê li xala kontrolê ji aliyê cendirmeyan ve bi awayekî zordarî hat kelemçekirin û derbkirin. Ev nayê qebûlkirin.

Ji ber ku di kontroleke asayî de gotiye, 'em nû ji lêgerînê derbas bûn', ji otomobîlê hatiye daxistin û li cihekî ku kamera nabînin hatiye derbkirin.

Ev yek binpêkirina eşkere ya mafên herî bingehîn, rûmet û ewlehiya welatiyan e.

Ev bûyer, asta xeternak a bikaranîna hêzê ya kêfî û çanda bêcezahiştinê nîşan dide.

Ev miameleya li hemberî welatiyan bi ti hincetên ewlehiyê nayên ravekirin.

Em tundiya li hemberî Hîkmet Çapraz bi awayekî herî tund şermezar dikin.

Divê derbarê karmendên berpirsyar demildest lêpirsîna dadî û îdarî bê destpêkirin û ji bo ku bûyerên bi vî rengî ducare nebin, lêpirsîneke bi bandor were meşandin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst