Serokatiya Herêma Kurdistanê: Şandina çekan bo Kurdistanê rast nîne

05-12-2019
RÛDAW
Nîşan Serokatiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Îmarat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Herêma Kurdistanê red dike ku ti firokeyeke hilgira çek ji Îmaratê hatibe Hewlêrê û radigihîne, “Ew nûçe bi temamî bêbingeh e û ji hemû rastiyan dûr e.”

Çavkaniyekî berpirs ji dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê derbarê îddîayên ku di beşek medayên Erebî û Kurdî de cih digirin ji Rûdawê re axivî.

Çavkaniyê berpirs ji Rûdawê re ragihand, “Ti rastî û bingehek bo wê nûçeyan nîne ku çend roj e li ser hinek televîzyon û malperên Erebî tên belavkirin û ji aliyê beşek ji malperên Kurdî ve jî tên veguhastin ku qaşo piştî serdana birêzan Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Îmaratê, 3 firokeyên balhilgir çek anîne û daketine bo firokeya navdewletî ya Hewlêrê.”

Çavkaniyê berpirs ji dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê dupat dike, “Ew nûçe bi temamî bê bingeh in û ji hemû rastiyan dûr in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst