Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku 150 ciwanên ku ji deverên Bitwên û Pişderê yên Îdareya Serbixwe ya Raperînê ya Silêmaniyê bi hêviya çûyîna Ewropayê derketine rê, ev 6 meh in li Lîbyayê asê mane.
Malbatên ku ev hefteyek e agahiyê ji zarokên xwe nastînin, bangî hikûmetê kir ku "wan rizgar bikin".
Bi dehan malbatên ku îro li Îdareya Serbixwe ya Raperînê kom bûn ji bo rizgarkirina zarokên xwe yên ku li Lîbyayê asê mane û ji aliyê komên çekdar ve hatine desteserkirin, xwenîşandanek li dar xist.
Nûçegihanê Rûdawê Ebûbekir Îsmaîl diyar kir ku nêzîkî 150 ciwanan ev 6 meh in li Lîbyayê asê mane û hefteya dawî pêwendî bi temamî qut bûye.
Tê îdiakirin ku ciwan ji aliyê milîsên çekdar ve hatine desteserkirin û ji bo berdana wan ji malbatan ji bo her kesekî 3 hezar û 500 dolar pereyê zêde hatiye xwestin.
"Carinan 3-4 rojan xwarinê nadin wan"
Yek ji xizmên malbatan ji Rûdawê re wiha qala mijarê kir:
"Zarokên me 6-7 meh in li ser rêyan in. Niha di destê milîsan de ne.
Qaçaxçiyan berê ji bo bilêtê 3 hezar dolar, paşê 2 hezar û 500 dolar standin.
Niha jî ji bo berdana wan ji bo her kesekî 3 hezar û 500 dolarên din dixwazin.
Hemû ciwanên ji Bitwên û Pişderê ne."
Malbatên ku ji jiyana ciwanên asê mayî bi fikar in, tekez kir ku rewşa mirovî ya li kampan gelekî xerab e.
Endamekî din ê malbatan bangî rayedaran kir û got:
"Carinan 3-4 rojan xwarin nayê dayîn. Hefteyek e me dengê wan nebihîstiye.
Jiyana wan di metirsiyeke mezin de ye, em dixwazin hikûmet demildest bikeve nava liv û tevgerê û wan vegerîne."
Bîlançoya koçê giran dibe
Krîza koçê ya li herêma Raperînê di amaran de jî xuya dike.
Li gorî daxuyaniya Qaymeqamê Pişderê Bekir Bayîz a 1ê Kanûna Paşîn a 2026an, tenê sala 2023yan ji herêmê zêdetirî hezar û 500 kesî bi rêyên neyasayî koç kiriye.
Serokê Komeleya Penaberên Vegeriyayî Ebûbekir Elî jî bal kişand ser mezinahiya trajediyê.
Elî diyar kir ku sala borî li seranserî Herêma Kurdistanê 11 koçberan li ser rêyan canê xwe ji dest daye û 6 ji wan ji herêma Raperînê bûne.
Malbat daxwaz dikin ku hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê kanalên dîplomatîk bi kar bînin û bi milîsên li Lîbyayê yan jî birêvebiriya heyî re bikevin pêwendiyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse