Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarê Kar û Barên Balyozxaneya Îraqê ya Lîbyayê ragihand ku li Lîbyayê 23 koçberên din hatine dîtin û ji bo vegera wan dest bi xebatan hatiye kirin ku hemû jî xelkê Başûrê Kurdistanê ne.
Rayedarê Kar û Barên Balyozxaneya Îraqê ya Lîbyayê Ehmed Sehaf ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"23 koçberên din ên ku bi awayekî neyasayî derbasî Lîbyayê bûbûn, hatin dîtin.
Me di cih de bi hevahengiya li gel desthilatdarên Lîbyayê dest bi rêkarên selimandina nasnameya wan û hêsankirina vegera wan a Îraqê kir."
Ehmed Sehaf her wiha ragihand:
"Me rasterast bi malbatên koçberan re pêywendî daniye da ku ew ji ewlehiya zarokên xwe piştrast bibin."
Sehaf eşkere kir ku hemû koçber xelkê Herêma Kurdistanê ne û di nav wan de kesên ku temenê wan di bin 18 saliyê re ye jî hene.
Sehaf her wiha got, "Torên qaçaxçîtiyê û bazirganiya bi mirovan bi jiyana ciwanên me dilîzin."
Li gorî gotina Sehaf, "Berê Balyozxaneya Komara Îraqê ya Trablusê rêkarên vegerandina 41 koçberên ku bi awayekî neyasayî derbasî Lîbyayê bûbûn temam kiribûn û bilêtên balafiran ji bo vegera wan dabîn kiribûn."
12ê mehê jî 12 koçberên din li Lîbyayê hatibûn dîtin ku hemû jî xelkê Herêma Kurdistanê bûn.
Koçber diçin Lîbyayê da ku ji wir bi rêya deryayê derbasî welatên Ewropayê bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse