Li Helebê êrişî Taxa Şêx Meqsûdê kirin: Kuştiyek û 2 birîndar hene

Duh li 02:55
RÛDAW
Nîşan Taxa Şêx Meqsûdê Heleb Hêzên Ewlekariya Hundirîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê (Asayîş) ragihand ku komên çekdar ên 4 caran li pey hev êrişî Taxa Şêx Meqsûdê kiriye û di encamê de sivîlek hatiye kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê derbarê êrişên komên çekdar ên li ser taxa Şêx Meqsûdê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çekdarên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî di 24 demjimêrên dawî de 4 caran li pey hev êrişî Taxa Şêx Meqsûdê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, di encama van êrişan de welatiyek miriye û 2 welatî jî birîndar bûne.

Her wiha xisareke mezin a madî gihîştiye milkên xelkê.

Asayîşê eşkere kir ku wan di çarçoveya parastina rewa de bersiveke tund daye êrişan û 2 xalên komên çekdar kirine hedef.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev êriş binpêkirineke nû ya agirbestê ye ku bi armanca parastina sivîlan hatibû ragihandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn teqez kir ku dê bersiva wan di çarçoveya parastina rewa ya can û milkên sivîlan de bidome û bang li hemû aliyan kir ku rêzê li mafên sivîlan bigirin û taxên niştecihbûnê nekin hedef.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst