EFRÎN – Xelk ji bo avakirina xaniyên xwe yên wêranbûyî darzeytûnên xwe difiroşe

06-02-2024
Hisên Omer
Nîşan Efrîn Cindirês Erdhej Wêranbûn Darzeytûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xelkê bajarokê Cindirsê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê darzeytûnên xwe difiroşe da ku xaniyên xwe yên wêranbûyî ava bike.

Niştecihên bajarokê Cindirêsê yên ku malên wan di erdheja 6ê Sibata 2023yan de wêran bûbûn, neçar bûne darzeytûnên xwe bifiroşin da ku xaniyên xwe ji nû ve ava bikin.

Neçar in darzeytûnên xwe bifiroşin

Welatiyekî ji Cindirêsê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir ku rêxistinên mirovî tu alîkariya cidî nedaye ziyandîtiyên Cindirêsê lewma jî welatî neçar bûne darzeytûnên xwe bifiroşin da ku xaniyên xwe ji nû ve ava bikin.

Heman welatiyê ku mal û dikanên wî wêran bûbûn got, ew neçar bûye 50 darzeytûnên xwe bifiroşe da ku mala xwe ji nû ve ava bike.

Herwiha got, tu rêxistinê bi qasî 1 lîreyê Sûrî jî alîkariya wî nekiriye û tevahiya mesrefa avakirina mal û dikanên xwe ji kîsê xwe daye.

Li gorî heman welatiyê Kurd, heta niha nêzî ji sedî 50ê ziyandîtiyên Cindirêsê ji ber ku malên wan hîn wêranbûyî ne li derveyî malên xwe dimînin.

Erebên hawirde û çekdar kavilên malên wan wekî cihên bazirganiya êzingan, an jî şûştina otomobîlan bi kar tînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst