EFRÎN – Darzeytûnên wî li ber çavên wî hatin birîn, dilê wî sekinî

28-02-2024
Nîşan Efrîn Cindirês Cemal Hemo Firqeya Hemzatê Erebên Hawirde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Efrînê piştî ku darzeytûnên wî hatin birîn dilê Cemal Hemo sekinî û ew mir.

Çalakvanê mafên mirovan Îbrahîm Şêxo da zanîn ku vê bûyerê 12ê Sibatê li gundê Kokebê yê nahiyeya Cindirêsê ya Efrînê rû daye.

Li gorî agahiyên Îbrahîm Şêxo, xizmên çekdarên Firqeya Hemzatê û Erebên hawirde yên eşîra el-Mewaliyê darzeytûnên Cemal Hemoyê Kurd li ber çavên wî birîne.

Cemal Hemo û xwarzêyên xwe hewl daye ku li ber wan rabin lê Erebên hawirde li xwarzêyên wî xistiye.

Piştî ku Cemal Hemo vegeriyaye mala xwe dilê wî ji ber hêrs, neçarî û bêzariyê yekser rawestiyaye û wî canê xwe ji dest daye.

Dagirkirina Efrînê

Tirkiyeyê bi piştgiriya çekdarên mixalefeta Sûriyeyê 20 Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrînê kir.

Şer û pevçûnan 58 rojan ajot lê Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrin dagir kir.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên zêde mezin ên wekî talankirin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî vê dagirkeriyê protesto dikin jî dagirkerî û tawanên hovane yên li dijî Kurdên Efrînê berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst