Hewlêr (Rûdaw) – Gêlo Îsa li ser rewşa dawî ya Kobaniyê û gundên wê got, “Artêşa Ereban a Sûriyeyê malên Kurdan talan dike.”
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê Gêlo Îsa bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Warşîn Salihê bersivandin.
Nêzîkî 100 gundên Kurdan ên li Kobaniyê ketine destê artêşa Ereban a Sûriyeyê û ji ber wê yekê hemû xelkê wan koçberî navenda bajarê Kobaniyê bûne.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê Gêlo Îsa ku wekî El-Partiyê tê naskirin, ji Rûdawê re ragihand ku li başûr û rojhilatê Kobaniyê nêzîkî 100 gundên Kurdan ketine destê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê.
Ji ber vê yekê ji bilî hejmarek kesên kal û pîr, hemû xelkê wan gundan koçberî navenda bajarê Kobaniyê bûne.
"Malên Kurdan tên talankirin"
Gêlo Îsa her wiha da zanîn ku artêşa Ereban a Sûriyeyê li gundên Kurdan wekî artêşeke niştimanî tevnagerê.
Îsa destnîşan kir ku li ber çavên kesên kal û pîr ên ku di nav gundan de mane, malên Kurdan tên talankirin.
Gêlo Îsa derbarê rewşa mirovî ya li bajarê Kobaniyê diyar kir ku hikûmeta Sûriyeyê av û elektrîk li ser xelkê bajêr biriye.
Gêlo Îsa anî ziman ku hikûmet rê nade pêdiviyên rojane yên xelkê ji bajêr re werin şandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse