Li Rihayê zilamekî hevjîna xwe kuşt

06-04-2025
RÛDAW
Nîşan Riha Kuştina Jinan Zelîha Yorgun Hasan Yorgun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyeyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, kesê bi navê Hasan Yorgunê 43 salî bi kêrê hevjîna xwe ya bi navê Zelîha Yorgun kuşt.

Li gorî zanyariyan, li taxa Ahmet Yeseviyê ya navçeya Xelîliyeyê, di navbera Hasan Yorgun û hevjîna wî Zelîha Yorgun de ku di qonaxa hevberdanê de bûn nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de Hasan Yorgun bi kêrê li hevjîna xwe da û ew bi giranî birîndar kir.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tendirustiyê Zelîha Yorgunê bi nexweşxaneyê lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê wê canê xwe ji dest da.

Hasan Yorgun xwest ji cihê bûyerê bireve lê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst