HEWLÊR - 3 otomobîlan qeza kir: 4 kes mirin

06-05-2024
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Hewlêr-Koyeyê di qezayeke trafîkê de 4 kesan canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyên Rûdawê, qeza di navbera barhilgirek, pîkapekek û otomobîleke taybet de qewimî.

Berpirsekî Trafîkê yê Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand:

“Di qezayê de 3 kesan di pîkapê de canê xwe ji dest daye.

2 kes jî di otomobîla taybet de bûne ku yek ji wan miriye.”

Heta niha amarên bûyerên trafîkê yên sala borî nehatine belavkirin.

Li gorî amarên sala 2022yan li Herêma Kurdistanê 3 hezar û 706 bûyerên trafîkê rû dane û di encamê de 445 kesan canê xwe ji dest daye û 7 hezar û 250 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst