Li Sêwazê lehî rabû û ziyan gihişt zeviyên çandiniyê

06-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kangalê ya parêzgeha Sêwaz a Bakurê Kurdistanê piştî baranê û teyrokê li gundê Kuşkayayê lehî rabû.

Li navçeya Kangalê ya Sêwazê seranserê rojê barana gur barî û ber bi êvarê gurtir bû.

Ji ber baranê Çemên Çamçukura yê li gundê Kuşkayayê, avê ser re avêt û lehî rabû. Avê da binê hin mal û baxçeyên welatiyan û tiştên wan li ber avê çûne.

Herwiah ji ber lehiyê rêya çûnûhatina otomobîlan jî xira bû û di heman demê lehiyê ziyaneke mezin gihand zeviyên çandiniyê yên wî gundî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst