Hewlêr (Rûdaw) - Nahiya Gulaleyê ya ku di nav sînorên parêzgeha Diyalayê ya Îraqê de ye û yek ji herêmên nakok ên Madeya 140î ye, bi fermî bû navçe.
Rayedarên Kurd ên li herêmê diyar dikin ku ev biryar li dijî destûrê ye.
Biryara navçebûna Gulaleyê roja pêncşemê ji aliyê Serokê Encumena Parêzgeha Diyalayê Omer Kuruyî ve bi fermî hat ragihandin.
Kuruyî di peyameke vîdeoyî de diyar kir, piştî ku daxwaza wan gihîşt Bexdayê û Wezareta Plandanînê ya Îraqê, biryar bi fermî hat dayîn.
Omer Kuruyî anî ziman, “Ji bo ku rê li ber navçebûna vê derê were girtin, li pişt perdeyê gelek komplo hatibûn kirin.”
Herêmeke nakok a Madeya 140î ye
Gulale berê nahiyeyeke navçeya Xaneqînê bû.
Ev herêm di çarçoveya Madeya 140î ya Destûra Îraqê de wekî "herêmên nakok" tê naskirin.
Statuya îdarî ya herêmê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê de hîn nehatiye çareserkirin.
'Biryar li dijî yasayan û destûrê ye'
Berpirsê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Xaneqînê Şêrko Tewfîq ji Rûdawê re axivî û destnîşan kir ku ev biryar li dijî yasayan û destûrê ye û anî ziman:
"Gulale di nav sînorê Madeya 140î de ye.
Ji ber vê yekê nabe ku destkarî di sînorên wê yên îdarî de were kirin."
Encumena Parêzgeha Diyalayê 31ê Kanûna Paşîn a 2024an jî ji bo navçebûna Gulaleyê deng dabû lê wê demê partiyên Kurdistanî bi tundî li dijî vê yekê derketibûn.
Şêrko Tewfîq diyar kir ku ev biryara nû dê rasterast bandorê li çarenivîsa îdarî û hilbijartinên herêmê bike.
Tewfîq her wiha bal kişand ser guherîna demografîk a li herêmê û anî ziman, "Sala 1975an ji sedî 75ê şêniyên nahiyeyê Kurd bûn."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse