Kobanî di bin dorpêçê de ye û zarok dimirin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Dildarê 12 salî jî mir / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dildarê 12 salî jî mir / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kobanî Dorpêç Zarok Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kobaniya Rojavayê Kurdistanê di bin dorpêça çekdarên Artêşa Ereban a Sûriyeyê de ye û Dildarê 12 salî jî li wan zarokên ku li Kobaniyê dimirin zêde bû.

Dildarê 12 salî ji 9 neh saliya xwe ve nexweş bû.

Bijîşkê wî li Helebê bû lê ji ber ku Kobanî di bin dorpêçê de bû malbatê nikarîbû wî bibe Helebê.

Dildar ji ber nebûne bijîşk û dermanan li Kobaniyê jiyana xwe ji dest da.

Rêzan Ebdî ji bo ku kurê xwe Dildar ji çengên mirinê rizgar bike ji Kobaniyê hat Hewlêrê lê mirinê Dildar jê stand.

Rêzan Ebdî bû mêhvanê Rûdawê û ji Nalîn Hesenê re behsa mirina kurikê xwe kir.

Rêzan diyar kir ku ew dixwaze dengê xwe bigihîne her kesî “da ku zanibin li Kobaniyê çi diqewime.”

Rêzan destnîşan kir ku nexweşiya Dildar ne zêde giran bû lê rê nebû ku wî bibin Helebê û ew ji ber nebûna bijîşk û dermanan miriye.

Wî da zanîn ku li Kobaniyê jiyan zehmet e, kar nîne û biland:

“Li Kobaniyê mehê 100 dolar ji me re namîne û tenê dermanekî kurê min bi 74 dolaran bû. Derman tunin, cîhazên nexweşan kêm in. Dermanên Dildar li Kobaniyê nebûn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst