Hewlêr (Rûdaw) – Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê roja ewil a Cejna Qurbanê qesabên ecemî yên ku dema hewl didan qurbanê şerjê bikin birîndar bûn.
Li parêzgehên Meletî, Riha, Mereş û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê di roja yekemîn a Cejna Qûrbanê de qesabên neşareza hewl da qurbanê şerjê bikin lê ji ber ecemiyê xwe birîndar kirin û berê xwe da nexweşxaneyan.
Her çiqasî her sal hişyarî tê dayîn ku kesên şareza qûrbanan serjê nekin lê dîsa jî gelek kes bi xwe wî kar dikin.
Ji ber vê yekê jî gelek caran bûyerên nexwestî çêdibin.
Di dema serbirîna qurban de dest û tilîkên xwe, hinekan jî lingê xwe birîndar kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse