Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silopiyayê parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê zarokeke 8 salî di Çemê Hîzilê de xenqî.
Bûyer îro li bajarokê Giteyê yê navçeya Silopiyayê çêbû.
Li gorî zanyariyan malbata Korkutan ji bo seyranê çûbûn wê derê lê piştî demekê wan ferq kir ku keça wan a 8 salî Elîf Korkut ne li cem wan e.
Piştre malbatê ji bo dîtina keça xwe dest bi xebatên lêgerînê kir û wan keça xwe di nav avê de dît.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hawarçûnê çûn cihê bûyerê û wan Elîfa 8 salî ji çem derxist.
Tîman piştî midaxeleya ewil ew bi lez bir Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê.
Lê tevî hemû hewldanên bijîşkan Elîf Korkut li nexweşxaneyê mir.
Van demên dawî bi taybetî bi zêdebûna pileya germayê li Bakurê Kurdistanê bûyerên xeniqînê zêde bûne.
Aliyên peywendîdar hişyariyê didin welatiyan ku ji bo xwe honik bikin nekevin nav bendav, çem û rûbarên metirsîdar.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse